Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt 2020-10-02 10:03:56   MÛŞ - 27 sal berê li Vartînîsa Mûşê 7 zarokên ku temenê wan 3 - 12 salî bûn, li gel dayik û bavê xwe hatin şewitandin. Şahidê bûyera ku ji hiş û mejiyan dernakeve axivîn û gotin: "Wê demê eskeran destûr nedan em ji malên xwe derkevin. Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin, lê eskeran nehişt û komkujî kirin."    Di 3'ê Cotmeha 1993'an de li Bajaroka Vartinîsê ya Navçeya Korkut a Mûşê eskeran bi ser gund de girt û 7 zarok, dayik û bav bi giştî 9 kes di xanî de şewitandin. Di ser şewitandina 9 kesan re 27 sal borî lê hêj faîl nehatin dîtin û darizandin. Eskeran bi îdeaya "alîkarî dane rêxistinê" Hevjîn Nasir û Eşref Ogut û 7 zarokên wan ên temenê wan di navbera 3 û 12 salî de bi giştî 9 kes di xanî de şewitandin. Li gel 27 sal di ser komkujiyê re borî jî hêj kujer nehatin dîtin û nehatin darizandin. Malbata ku 9 kes lê hatin şewitandin, di sala 2013'an de kirin muze. Şahidê wê demê qala bûyerê kirin.    TEV ŞEWITÎBÛN    Şahida bûyerê Gule Yappaz, anî ziman ku dema eskeran xanî şewitandin xwestin derkevin derve û mudaxaleyî şewatê bikin û wiha got: "Lê eskeran destûr nedan me.  Mirov û sewalên ku di xanî û komê de man, dikirin qêrîn û hawar. Me xwest zarokan ji nava axir xelas bikin lê eskeran nehişt. Dema min xwest ez zarokan ji nava axir xelas bikim, eskeran li min xist û es xistim hunderê mala neviyê min. Dema kurê min ê biçûk çû alîkariya wan eskeran li wî xist. Gundiyên ku bûyer bihîstin ji malên xwe derketin û hatin kom bûn. Piştî gundî kom bûn esker derketin derve. Wê demê zarok di hundirê xanî de şewitîbûn. Piştre gundiyan cenaze ji hunderê malê derxistin. Bav Nasir  demaji xanî derxistin hêj dişewitî. Laşê wî tev şewitî bû. Ji ber şewata bedena wî, me nikarîbû cenazeyê wî bişon. Ji ber cenaze şewitîbûn me cenaze xistin torbeyan û defin kirin."   ZAROKEK DI ZIKÊ DIYA XWE DE ŞEWITÎ    Yappaz, destnîşan kir ku wê demê eskeran destûr nedan ku li ser cenazeyên xwe bigirîn û êşa xwe parve bikin û wiha lê zêde kier: "Cenaze tev bibûn weki komirê. Dayik ducanî bû. Zarokek hêj di zikê diya xwe de bû şewitî."    Pismamê Nasir Remzi Ogut jî anî ziman ku roja bûyer pêk hat Fermandarê Qereqola Warnikê hat Vartinîsê û wiha got: "Fermandar hat gef li me xwar. Fermandar got 'Ez ê îşev Vartînîsê bişewitînim. Wê şevê gelek gundiyan Gundê Vartinisê terk kirin. Di saetên şevê de eskeran gund dorpêç kirin. Destûr nedan ku kes ji malên xwe derkevin. Dengê çekan bilind bû. Esker û cerdevan bi hevre bûn. Wê şevê xanî şewitandin. Xaniyê me û Nasir cîranê hev bûn. Dema xaniyê Nasir şewitandin min xwest bi hawarê biçin. Lê destûr nedan ku ez bi hawara Nasir biçin. Qerîn û hawara zarokan dihat. Ji bo ew ji xaniyê dişewite bi saxî derkevin me dua dikir. Min xwest derkevin derve lê eskeran destûr neda."    'KESÊN MIROV ŞEWITANDIN NEHATIN CEZAKIRIN'    Ogut, bal kişand ser darizandina dozê û wiha axivî: "Li gorî heq û hiqûqê biryar nedan. Kesên mirov şewitandin nehatin cezakirin. Ev jî ne bes e doz birin Kirikkaleyê. Li wir jî tiştek derneket. Tişta pêk hat komkujî ye. "    Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit jî li ser aliyê siyasî rawestiya û got: "Bi vê şewatê peyama 'Eger hûn muxalif bin, em ê ziman, çand, hebûn û we tevan wisa di xanî de bi saxî bişewitînin' dan. Mînaka herî şênber û sembol Komkujiya Vartinisê ye. Li gel şahidan bi salan xistin sutuyê PKK'e. Sedema vê komkujiyê polîtîkayên dewletê yên bê ceza hiştinê ne. Di hedefa komkujiyê de malbata Ogut tune ye. Hemû gelê Kurdistanê heye."      27 sal berê li Bajaroka Vartinisê ya Mûşê di 3'ê Cotmeha 1993'an de eskeran bi ser gund de girt û xaniyê malbata Ogut tevî malbatê şewitandin. Di şewata xwanî de Hevjîn Nasir û Eşref Ogut û zarokên wan ên 3 salî û 12 salî şewitandin. Di bûyerê de tenê ji malbatê Aysel Ogut bi saxî xelas bû û wê jî serlêdana sûc kiribû.    Wê demê Fermandarê Qereqala Cendirmeyan a Xaskoyê Yuzbaşi Bülent Karaoglu, Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Xaskoyê Piyade Kidemli Tegmen Hanifi Akyildiz, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Gokyazi Turhan Nurdogan û Midûrê Polîsan e Mûşê Şerafettin Us bûn. Li wan doz hat vekirin lê encam derneket.      MA / Barış Dönmez