Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin 2020-10-02 10:16:47 ENQERE – Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de ji 20 siyasetmedarên 9 roj in di binçavan de bûn 17 siyasetmedar hatin girtin.  Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê û parlamenterên HDP’ê yên berê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. 20 siyasetmedarên HDP’yî ku 9 rojbûn di binçavan de duh birin Edliya Enqereyê û îfadeyên wan hatin girtin. Îfade dayîn û biryara dadgehê heta vê sibehê dewam kir. Piştî îfadeyên siyasetmedaran qediyan, dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya da û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur jî di nav de derbarê 17 siyasetmedaran de biryara girtinê da.    Navê siyasetmedarên hatin girtin wiha ne:    "Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê yên HDP'ê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur, Endamê MYK'a HDP'Ê Alp Altinors, endamên berê yên MYK'a HDP'ê; Bîrcan Yorulmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kubilay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengun û Cîhan Erdal, Hesabgirê Giştî yê berê yê HDP'ê Zekî Çelîk, endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Kurkut û parlamentera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun."    Beriya parêzer bikevin ewyana dadgehê dadger biryarê xwend. Parêzeran û parlamenterên HDP’ê yên li ber ewyanê sekinîbûn dirûşmên “Parastin wê bêden nebe” û “HDP bêdeng nebû û wê bedeng nebe” berz kirin û bertek nîşandan.    BIRYARA SOSRET: GUMANA REVÊ   Di biryara dadgerê de hêceta girtinê "gumana revê" hat nîşandan. Di biryarê de hat gotin ku tevdîra girtinê jî pîvankirî ye.    POLÎSAN TUNDÎ LI PARÊZER Û PARLAMENTERAN KIR    Piştî biryara girtinê parêzeran xwest kelûpelên pêdiviya miwekîlên wan pê heye bigihînin wan. Lê belê polîsên di korîdora edliyê de barîkat danîbûn, mudaxileyî parêzeran kirin. Li ser vê yekê parlamenteran barîkatên polîsan derbas kirin û xwestin xwe bigihînin siyasetmedarên hatin girtin. Lê polîsan vê carê tundiyê li parêzer û parlamenteran kir.