Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin 2020-10-02 10:30:58 AMED - Polîsan li Amedê di saetên serê sibê de ji ber ku ciwanekê pirsa “çima nasnameya wî di GBT'ê de tê kontrolkirin” kir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.    Li Xaçerêya Medya ya navçeya Peyasa Amedê polîsan di saetên serê sibê de ciwanek sekinand û xwestin di GBT’ê de kontrola nasnameya wî bikin. Ciwanê navê wî nehat zanîn sedema sepana GBT'ê pirsî, polîsan ew li erdê dirêj kir û bi awayekî ters kelepçe kirin û pişt re jî binçavkirin.    Di dîmenên welatiyên ku bûne şahidên buyerê de girtine, ciwanê ku bi awayekî ters hatiye kelepçekirin pirsa “Min çi ji we kiriye, çima nasnameya min di GBT'ê de tê kontrolkirin?” dike. Li ser vê yekê jî polîs dibêjin "bibin bibin". Pişt re tê bihîstin ku ciwan dibêje “Ji serê sibê ve hûn çima li min dixin.”