Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin 2020-10-02 10:34:10 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karên Navxweyî piştî girtina Hevşaredar Ayhan Bîlgen, balkêş bû ku kêliyek şûn ve qeyûm danîn ser Şaredariya Qersê. Wezareta Karên Navxweyî, Waliyê Qersê Turker Oksuz wek qeyûm tayînî Şaredariya Qersê kir.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di 25’ê îlonê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de bi siyasetmedarên HDP'yî de hatibû binçavkirin û îro Bîlgen jî di nav de 17 siyasetmedar hat girtin. Balkêş bû ku piştî girtina Bîlgen kêliyek şûn ve Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Qersê kir.     Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de 5 endamen Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî û 2 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr jî duh di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û ji wezîfeyê hatin dûrxistin.    JI 65 ŞAREDARIYAN QEYÛM TAYÎNÎ 48 ŞAREDARIYÊN HDP'Ê HAT KIRIN    HDP'ê di Hilbijartina Xwecihî ya 31'ê Adara 2019’an de 3 jê şaredariyên bajarên mezin, 5 jê şaredariyên bajaran, 46 jê navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî qezenc kiribû. Piştî hilbijartinê bi hêceta ku 6 hevşaredarên HDP'ê bi KHK'iyan hatine îxarckirin mazbatayên wan nedan û van şaredariyan dewrî namzetên AKP'ê kirin.    Piştî hilbijartinê tayînkirina qeyûman bi şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dest pê kir. Di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî ser her sê şaredariyan hatibû kirin.    Bi tayînkirina qeyûmê dawî re heta niha qeyûm danîne ser 48 şaredariyên HDP'ê.