Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir 2020-10-02 11:06:46 STENBOL - Parêzer astengiya li ser ragihandina malpera înternetê ya Rojnameya Yeni Yaşamê ya www.yeniyasamgazetesi1.com îtîraz kir.    Malpera înternetê ya Rojnameya Yeni Yaşam a “www.yeniyasamgazetesi1.com” bi daxwaza Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Walîtiya Hatayê û biryara Dadgeriya 1. Sulh Ceza, di 25'ê Îlonê de ji aliyê Sazuiya Ragihandina Agahî u Teknolojileri (BTK) ve hadtibû astengkirin. Parêzer biryara astengkirinê îtîraz kir û serî li Dadgeriya 1. Sulh Ceza ya Hatayê da. Parêzer di îtîrazê de diyar kir ku biryar li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ye.