Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin 2020-10-02 11:48:22 ÊLIH - Dildaran ji bo girtiyan di çarçoveya kampanya pirtûkan de 227 qalî pirtûk şandin ji girtîgehan. Rayedarên girtîgehê ji 227 qoliyên pirtûkan ku hatin şandin jê 39 qolî dîsa paşve şandin û nedan girtiyan. Dildaran bang li her kesî kir û xwest kampanyayê mezin bikin.   Komek dildar ku li Stenbol û gelek bajarên din li hev kom bûn ji bo girtiyan kampanya pirtûkan dabûn destpêkirin. Koma dildar ji bo piştevaniya girtiyan di 23'ê Çile de bi dirûşmeya “Di baharê de em bi Hezar Pirtûkî li Hezar Hucreyan bibin mêvan" dest bi kampanyaya pirtûkan kirin. Kampanya ku bi 5 dildaran dest pê kir, bi 70 kesan berdewam kir. Kampanya di demek nêzîk de bi navê "binkitapbinumut/HezarPirtûkHezarHevî" hesabê instagramê vekirin. Dildaran Hezar û 528 pirtûk kom kirin û di Cejna Qurbanê de ji gritiyan re şandin.    JI 227 KOLIYAN 39 QOLÎ PAŞVE ŞANDIN   Piştî rayedarên girtîgehê qoliyên pirtûkan qebûl nekirin, dildaran daxuyanî dan û diyar kirin ku piştî pandemî hat îlankirin wan jî ji bo tenduristiya civakê navber dane kampanyayê. Piştî 1'ê Hezîranê rewşa asayî dîsa dest pê kir, dildaran dîsa biryar dan ku kampanya xwe berdewam bikin. Dildaran bi minasebeta Cejna Qurbanê 227 qolî pirtûk amade kirin û şandin ji girtigehan re. Dildaran diyar kirin ku ji 227 qoliyên pirtûkan 188 qolî gihiştin navnîşanên xwe, lê 39 qoliyên pirtûkan paşve hatin şandin. Dildaran anîn ziman ku 27 qolî ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê 8  qolî ji Girtîgeha Tîpa F a Bolu û 2 qolî ji Giertîgehae Tîpa T a Afyonê, Qoliyek ji Girtîgeha Tîpa T a Semsûrê, Qoliyek jî ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê paşve şandine. Dildaran anîn ziman ku rayedarên Girtîgeha Xartêpê yek qolî pirtûk jî nexistin hundir.    Ji Dildarên Kampanya Pirtûkan Sevgi Ercan, anîn ziman ku dê xebatên wan berdewam bikin û bang li her kesî kirin ku tev li kampanya pirtûkan bibin. Ercan xwest vê kampanyayê mezin bikin.