Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin 2020-10-02 13:43:02 AMED - Rojnameger Hakkî Boltan jî di nav de 14 kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin.     Rojnameger Hakkî Boltan jî di nav de 14 kesên berî 3 rojan, di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk a ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi reve bir de, hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên midûriyeta polîan sewqî edliyê hatin kirin. Li bendê ye ku dozger îfade 14 kesan bigire.    Navê kesên hatibûn binçavkirin wiha ne: Rojnameger Hakki Boltan, Parlamentera berê ya HDP’ê ya Sêrtê Hatîce Kocaman, Rêveberê HDP’a Amedê Edip Binbir, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDP’î Omer Fîlîtoglu, Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Naîf Erdem û Mele Emin Ay, endamê Sendîkaya Pîşesaziya Enerjî û Madenê ya girêdayî KESK’ê Medenî Tûtşî, Hevşaredara Gêlê Gulîstan Ensarîoglû ya ji peywirê hatibû girtin, Rêveberên berê yên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Çigdem Ektî û Mekiye Guzel, Hevseroka berê ya MEDYA-DER’ê Ayşe Dîcle, Vahap Gunay û Huseyîn Kaya.”