Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin 2020-10-02 14:40:40   ŞIRNEX - Di rapora derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hat amadekirin de, hat diyar kirin ku girtî di dema sewqê de muameleyên xirab li wan hene kirin û gefa “Hûnê hêza dewletê bibînin” li wan hatiye xwarin.    Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Şirnexê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên jiyîn, raporek amade kir. Komîsyonê piştî hevdîtinên bi Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Navenda Referans Cizîr a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şernexê, rapora xwe ya amade kiribû, bi raya giştî re parve kir.   Di raporê de wiha hat  gotin: “Di dema sewqên di 25’ê Îlonê de, mûameleya xirab li girtiyan hatiye kirin. Piştî giliyên girtiyana di 30’ê Îlonê de bi dozger û rêveberiyên girtiyan re hevdîtin hatine kirin. Di heman demê 29 girtî ji girtîgeha Osmaniyê, Meletiyê, Mêrsîn/Tarsûs û Mereş/Turkoglûyê sewqên cihên din hatinkirin û girtî beyî riza dilê xwe hatine sîngûn kirin.    DI DEMA SEQÊ DE MÛAMELEYA XIRAB   Li gorî agahiyên manbatan Omer Ûrûm, Yahya Îdîn, Mezalûm Guzel, Yûsûf Şahîn, Osman Beytûr, Seyduş Daniş, Mûsa Kulter, Hakan Kûtlû, Nesîn Kalkan, Ugur Ûrun û Hamît Lengîl sewqî girtinîgehên cihda hatin kirin. Ji ber vê rastî heqaretan hatine û gefa “Hûnê hêza dewletê bibînin” li wan hatiye xwarin.”