Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin 2020-10-02 15:33:11 NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyên têkildarî girtina siyasetmedarên HDP’yî de hatin dayîn, hat gotin li dijî zextan ew bi têkoşîna hevpar dikarin guhertinê pêk bînin û pêşî li zextan bigirin.     Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji ber binçavkirin û girtina siyasetmedarên HDP’ê çûn serdana Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê. Hevserokên HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci û rêveberên HDP’ê şandeya ÎHD’ê pêşwazî kirin. Piştî serdanê daxuyanî hat dayîn.    ‘VÎNA GEL DI BIN ZEXTAN DE YE’   Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku binçavkirin û girtin ne hiqûqî ye û got. “Dema meriv di warê mafên mirovan de lê dinêre mafê azadî, hilbijartin û hilbijêr hatiye binpêkirin. Ev operasyon tenê ne li dijî HDP’ê pêk hatiye. Îradeya dengê xwe dane Hevşaredarên Qersê xistine bin zextan. Îradeya bi milyonan însan di bin zextan de ye.”    ‘XEBATÊN ME WÊ BIDOMIN’    Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût jî destnîşan kir ku Qanûna Bingehîn û Meclîs bêfonksiyon hatiye hiştin û got: “Em dikarin bi têkoşîna hevpar û bi hev re van astengiyan li pêşiya xwe rakin. Em bêdeng û bi tenê nîn in. Her roj piştevaniya ji bo me zêdetir dibe. Dibe ku hevalên me hatibin girtin lê wê xebat û têkoşîna bidome.”   WEQFA AŞTIYÊ: NÊÇÎRA PÎREBOKAN    Weqfa Aştiyê jî têkildarî binçavkirin û girtinan daxuyaniyek nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de hat gotin HDP 4 sal in bi “nêçîra pîrebokan” re rûbirû maye û ev binçavkirin û girtin bi fermana siyasî pêk tê.    WAN    Platforma Şaxan a KESK’a Wanê jî têkildarî operasyonên li dijî HDP’ê li avahya xwe civîn li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Mûrat Atabay daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê jî bi her awayî li dijî girtin, dûrxistina ji wezîfeya HDP’iyan û qeyûman bisekinin.