Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane? 2020-10-02 15:37:40 MELETÎ -  Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de, hevjîn û 2 lawên xwe winda kirin, piştî danişîna hat dîtin, wiha got: “Li ber çavên min hevjînê min kuştin. 2 lawên min li nexweşxanê qetilkirin. Kurekê min kirin girtîgehê. Ma eve edaleta we?”    3’yemîn danişîna doza malbata Şenyaşar a ku di êrîşa parazvan û xizmên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de bav û 2 kur hatin kuştin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin.    PARLAMENTER NEXISTIN DANIŞÎNÊ   Ji malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar ê ne girtî tê darizandin û hin endamên mabbatê tevlî danişînê bûn. Li gel endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleay Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji baroyên Riha, Enqere, Amed, Dîlok û Meletiyê jî gelek parêzer di salona danişînê de amade bûn.  Di heman demê de hin kesên ji malbata Yildiz û parêzerên wan jî beşdarî danişînê bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, Wekilê berê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik jî xwestin beşdarî danişînê bibin, lê destûr nedan ku wekil û sendîkavan beşdarî danişînê bibin.   Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê girtiye bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Dîsa birayê wekîlê AKP’ê Yildiz ê girtî jî bi SEBGÎS’ê ji girtîgeha li dimîne tevlî danişînê bû.    Ferît û Mehmet Şenyaşar ên di danişîna berê de parastina xwe kiribûn, parastinên xwe yên berê dubare kirin û daxwaza edaletê kirin. Dayik Emîne Şenyaşar di dadgehê de mafê axaftinê girt û xwest bi axive. Lê Şenyaşar ji ber girîna zêde nekarî bi axive û tenê daxwaza berdana kurê xwe yê girtî kir. Dayik Şenyaşar, di dewama danişînê de, li derve danişîn şopand.    Piştre di danişînê de, dîmenên êrîşa li dijî malbata Şenyaşar a li cihê kar hat temaşekirin. Dayika  Şenyaşar di dema temaşekirina dîmenan de, şandeya dadgehê ji salona danişînê derxist derve.   ‘EWRAQÊN KÊM HENE’   Ji parêzerên Şenyaşar Hidayet Enmek dûre di danişînê de mafê axaftinê girt û ev parastin kir: “Bûyerên li cihên kar hatin jiyîn bi awayekê organîzekirîbûn. Di destên hemû kesên êrîş pêk anîn de çek hebûn. Qeydên tapeyên telefonê yên di dosyayê de li holê ne. Lê ev qeyd hatine birîn. Em dixwazin dozgerê Rihayê temamiya van qeydan bixe dosyayê. Dîsa em dixwazin ewraqên di dosyayê de bên temamkirin. Di danişîna derbasbûyî de me li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê daxwaza belgeyan kiribû. Ev belge dîsan ne şandine. Di van belgeyan de nêrînên şahidan hene. Di warê teknîkî de qeydên tapeyan hene. Divê ev belge ji dadgehê re bên şandin. Di heman demê de girtekên li cihê bûyer hatine girtin jî, ne di nava dosyayê dene. Divê ev belge di dosyayê de bên bi cih kirin.”    Şandeya dadgehê dûre biryar da ku belge û mijarên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin, girtina Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz dewam bike û danişîn taloqî 20’ê Mijdara 2020’an kir.    DAYIK ŞENYAŞAR: KA EDALET LI KU DERÊ YE   Dayika Emîne Şenyaşar piştî bi dawî anîna danişînê rewşa wê ne baş bû û ji edliyê bi girî bi gotina “Edalet li ku derê ye” derket derve. Şenyaşar, hirsa xwe anî ziman û wiha got: “Hevjînê min li ber çavên min kuştin. 2 lawên min li nexweşxanê qetilkirin. Kurekê min jî kirin girtîgehê. Niha ji serbest bernadin. Ma kurê min çi kiriye? Gelo çima qeydên kameraya nexweşxanê dernaxin holê? Ma eve edaleta we? Qatil li derve ne, kurê jî girtiye. Êdî bese. Ev edaletek çawane.”