Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan 2020-10-02 16:22:06   MÊRSÎN – Hevseroka HDP’a Mêrsînê Gulbahar Şofer û endamê Meclîsa HDP’ê Bariş Karabiyik ên 4 roj berê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Bulbahar Şofer û endamê Meclîsa HDP’ê Bariş Karabiyik li ser fermana Serodozgeriya Komarê ya Mêrsînê di 29’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Şofer û Karabiyik bi hêceta çalakiya şermezarkirina operasyona li dijî partiya xwe li dar xistine hatine binçavkirin û îro wan birin Edliya Mêrsînê. Dozgeriyê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” îfadeyên her du siyasetmedaran girt û bi şertê kontrola edlî sewqî dadger kir. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrsînê diyar kir ku çalakiya Şofer û Karabiyik sûc nîne û wan bi mercê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat serbest berda.    Rêberên HDP’ê yên li ber edliyê sekinîbûn Şofer û Karabiyik pêşwazîkirin. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş jî diyar kir ku binçavkirina hevalên wan dijhiqûqî ye û dê ev zext nikaribin HDP’ê bêzar bikin û wê bi hêzdarî têkoşîna demokrasiyê birêve bibin.