ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN 2020-10-03 09:00:12 * Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz, anî ziman ku dewlet bi sererastkirina qanûnan pergala mêran wêrek dike û lewma divê jin bi awayekî xurtir bên cem hev du.  * Li gundên Colemêrgê ji ber di şebeke û înternetê de pirsgirêk heye, xwendekar her roj ji bo têkevin EBA'yê heya ber Çemê Zapê dimeşin. Her wiha ji ber şarja telefonê diqede, kêmbûna şebekeyê, dengê wesayîtan û avê gelek caran xwendekar bêyî ku têkevin EBA'yê cardin berê xwe didin gund.    * Li gundê Bilbesê yê Bêşebabê berhevkirina gûzan dest pê kir. Îsal ji ber bereketa gûzan bi qasî gundiyan simolek jî dilxweş in.    * Ekrem Kaceroglû, li Îzmîrê di dema protstoyên Kobaniyê de hatibû lînckirin û kuştin. Bavê wî Bedrettîn Kaceroglû got: "Me her tim doza aştiyê kir. Gava lawê me hat kuştin jî me got belkî ev xwîna dawî be, belkî aştî bê lê nebû."    * Încî Aksoyoglû ya 60 salî û nexweş, 450 kûçikî xwedî dike û got: "Kuçe ji bo heywanan ne cihên ewle ne. Ez dixwazim rojek berî rojekê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin."    * Welatiyên ji bo nerazîbûna xwe ya operasyonên li dijî HDP'ê nîşan bidin bûn endamên partiyê, li dijî zextan û êrişan ji bo yekîtiyê bang kirin.   *  Dozgeriyê ji bo 9 kesên li Midyadê ji aliyê JÎTEM'ê ve di binçavan de hatibûn windakirin de gotibû "Dibe ku tevlî PKK'ê bûbûn" û fezlekeyek amade kiribû. Parêzerê dosyeyê Erdal Kûzû, ji bo vê fezlekeya navbirî got "Polîtîkaya bêcezatiyê û siyaseta dewletê ye ku dixwaze ser sûcên xwe bigire." Her wiha Kûzû, destnîşan kir ku agahî û belgeyên di dosyeyê de ne pir girîng in ku tu dozger nikare ji bo wan xwe li nedîtinê deyne.    * Endamê Nor Zartongê Alex Kalk, mudaxilbûna Tirkiyeyê ya nav şerê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de nirxand. Kalk, anî ziman ku îqtidar ji hêlekê ve dixwaze projeya Asyaya Navîn ku îttihatparêzan temam nekiribû pêk bîne û li hêla din jî dixwaze bi rêya şidetê ji derheqê tengijîna xwe ya navxweyî derkeve.   * Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 608'emîn de dê li dar bixe. (12.00)   * Dayikên Şemiyê wek her hefteyê dê vê hefteyê jî ji bo li aqûbeta windayan bipirsin çalakiya 810'emîn li ser meyda civakî li dar bixin. (12.00)   * Parêzvanên mafê mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbolê di hefteya 445'emîn de çalakiya "Rûniştina F" û li Enqereyê jî di hefteya 317'emîn de çalakî li dar bixin. (13.30-14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sûltangaziya Stenbolê dê li Parka Taxa Îsmet Paşa operasyonên li dijî partiya xwe bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar bike. (15.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Fatîha Stenbolê di çarçoveya kampanya endamtiya HDP'ê de dê li Meydana Koca Mustafa Paşayê stand veke. (16.00-19.00)