Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du 2020-10-03 09:01:52 DERSIM – Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz, anî ziman ku dewlet bi sererastkirina qanûnan pergala mêran wêrek dike û lewma divê jin bi awayekî xurtir bên cem hev du.  Bi qasî agahiyên bi dest ketin û di çapemeniyê de derketin di meha Îlonê de 36 jin hatine kuştin. Ji evana 20 jê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Nexasim jî li herêmê kiryarên şideta li ser jinê balê dikişînin ku piranî jê polîs û esker in.    HÊZA UNÎFORMAYÊ    Parlementera Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dilşat Canbaz, şideta li ser jinê nirxand.   Canbazê anî ziman ku şideta li ser jinê li bajarên kurdan bi awayekî cuda pêk tê. Canbazê bilêv kir ku li dijminatiya bi kurdan re kuştina jinan jî hatiye zêdekirin û got: "Gava her du tên cem hev du, helbet polîtîkayên êrîşî zêde dibin. Di demên dawî de em bûn şahidên gelek mînakan ku yek jê Îpek Er û ya din jî Gulîstan Dokû ye. Li herêmê kesên bi unîforma ku unîforma wan bihêz dike, taciz û tecawizê dikin. Jixwe pergala serdest a mêran bûye tiştekî qanûnî û xwe dispêra wan polîtîkayan. Her wiha êrîşên esker, polîs û çawîşên pispor hene ku dewletê ew bi taybetî amade kirine. Îjar ji ber ku bajarê kurdan e ev dijminatî du qat zêdetir dibe. Li rojavayê welêt cinayeta Şûle Çet, Aleyna Çakir, Nadîra Kadîrova û Emîne Bûlûtê jî hene. Gelek kuştinên jinan û ev hemû hêzê ji hev distînin."    Canbazê destnîşan kir ku dewlet bi qanûnan wêrekiyê li serdestiya mêrî bar dike û hewl dide ku jinê dîzayn bike. Canbazê bibîr xist ku beriya AKP'ê jî cinayet û şideta li ser jinê hebûye, lê belê bi îqtidara AKP'ê ev yelk zêdetir bûye. Canbazê got: "Niha wezareteke polîtîkayên malbat, xebat û civakiyê heye ku ev wezaret bi gotinên xwe yên zayendîparêz tê zanîn. Me berê jîg otibû ev yek ne çareserî ye. Divê Wezareta Jinan, midûriyet   yekeyên jinan hebin. Hûn rabin der barê jinan de biryaran digirin, lê hûn hevdîtinê bi saziyên jinan re çênakin û fikrên wan esas nagirin. Hûn hewl didin Peymana Stenbolê ji holê rabikin. Li orta meclîsê ruhekî mêrî heye. Bi detsrakirin û daxistinê der barê pêşeroja me de biryaran digirin. Lewmd ivê di hemû qanûnên der barê jinanna de gotineke sazî û rêxistinên jinan jî hebe."    ‘DIVÊ JIN BÊN CEM HEV DU'    Canbazê destnîşan kir ku li Dersimê jî taciz, tecawiz û cinayet diqewimin û got, nexasim jî çawîşên pispor berê xwe didin xwendekaran. Canbazê anî ziman ku bûyera Gulîstan Dokûyê bi destê dewletê pêk hatiye û got: "Di bendavekê de 3 cenaze tên dîtin. Me hê di serî de gotibû Gulîstan ne di nava avê de ye. Meseleyek werê organîzekirîbû. Bûyereke windakirinê ku walîtî, Wezareta Karên Navxweyî û emniyet di navê de ye çawa dibe nayê helkirin? Em behs abajarekî werê dikin ku her çar aliyê wê bi kamerayan tê kontrolkirin. Pergaleke ku dixwaze her kes li ber serî bitewîne û muhtacî wê be heye. Divê ev yek bê dîtin: Mixabin qadeke ku şoreşgeran û welatparêzeran ew vala hiştiye bi destê pergalê tê dagirtin. Lewma pêşî divê jin bi awayekî xurt bên cem hev du. An jê wê Gulîstan tenê wekî navekî sembolî bimîne."