Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin 2020-10-03 09:05:39 COLEMÊRG - Li gundên Colemêrgê ji ber di şebeke û înternetê de pirsgirêk heye, xwendekar her roj ji bo têkevin EBA'yê heya ber Çemê Zapê dimeşin. Her wiha ji ber şarja telefonê diqede, kêmbûna şebekeyê, dengê wesayîtan û avê gelek caran xwendekar bêyî ku têkevin EBA'yê cardin berê xwe didin gund.  Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê, ji ber şewba Covîd-19'ê Tora Înformatîkê ya Perwerdehiyê (EBA) ava kiribû. Lê belê ji roja ku tor hatiye avakirin heya niha bipirsgirêk e. Ji ber vê bi sed hezaran xwendekar nikarin têkevin EBA'yê. Nexasim jî li herêmê ji ber înternetê û şebeeya telefonan xwendekar baş nikarin têkevin EBA'yê.    HEYA ZAPÊ DIMEŞIN    Ji deverên ku xwendekaran nikarin têkevin hin jê jî mezrikên Mêbok û Çemê Mendo yên gundê Rintkê yê Colemêrgê ye. Xwendekarên mezrikan serê sibehê zû tên cem hev du û ji bo akribin têkevin EBA'yê her roj heya Geliyê Zapê dimeşin. Gava xwendekar digihên ber Çemê Zapê, qederekê jî li bendê ne ku operator pêwendiyê bi EBA'yê re deyne.    ŞEBEKE, ŞARJ, DENGÊ WESAYÎTAN Û AVÊ...   Her wiha xwendekar li cihên ku şebek heye jî bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ji ber dengê çûnhatina wesayîtan û ava Çemê Zapê gelek caran xwendekar titên mamsote dibêjin nabihîsin. Bi ser de qelsbûna şebekeyê jî heye û gava şarjên telefonan diqedin xwendekar nikarin pêwendiyê bi EBA'yê re deynin. Ji ber van pirsgirêkan gelek caran xwendekar bêyî ku pêwendiyê bi EBA'yê re deynin berê xwe didin malê.    Ji weliyên xwendekaran Farûk Ertûş, anî ziman ku bi salan e li cem wan înternet tuneye û şebeke nebaş e û got, ji bo vê gelek caran serlêdan kirine lê belê piraniya serlêdanên wan bê bersiv mane. Ertûş got: "Em dixwazin zarokên me bixwînin, lê derfet tunene. Ji ber înternet û şebekeyê em pir mexdûr in. Em li bendê ne bê çareserkirin. Divê zarokên me ji dersan namînin."    7 XWENDEKAR Û TELEFONEK    Ji welayan Îdrîs Çîftçî jî anî ziman ku 7 zarokên wî xwendekar in û tenê bi telefonekê diekvin EBA'yê. Çîftçî, bilêv kir ku gelek caran ji bo kar mecbûrî ji malê dertê û gava dertê zarokên wî nikarin têkevin EBA'yê. Çîftçî got: "Gava li malê bim yek an jî du zarokên min tevlî dersan dibin. Lê wexta diçim kar nikarin. Carinan ji bo kar bi rojan nayêm malê. Ji ber vê jî zarokên min mexdûr dibin."    Kurê Çîftçî Halît Çîftçî got: "Li malê ne komputer ne jî tableta me heye. Gava bavê min li malê be em bi dorê tevlî dersan dibin. Ew jî em tevlî dersên girîng dibin. Lê wexta bavê min diçe, em nikarin beşdar bibin. Tenê em pirtûkên xwe dixwînin û hewl didin tiştekî hîn bibin."    LI HÊLEKÊ ZAP LI HÊLA DIN RÊ    Hayrettîn Ertûş k bi xwendekaran re diçe ber Çemê Zapê, anî ziman ku xwendekar li cihekî neewle tevlî dersan dibin. Lewma fikarên wan hene û got: "Her roj weliyek bi zarokan re tê vê derê. Ji ber ku dinya xweş e em bi kêfxweşî tên. Lê gava baran bibare û dinya sar bibe, wê zarok nikaribin bên vê derê û nikaribin têkevin dersan. Li hêlekê Çemê Zapê li hêla din jî rê heye. Ma wê zarok bi vî awayî çawa bi ser bikevin? Niha heqê fatûreya telefona min 60 lîre ye û 8 GB înterneta min heye. Ji ber ku têra zarokan nake, her tim pakêtine din dikirim. Em nikarin ji bin vî barî rabin. Ji bo pewerdehiya zarokê xwe li malê bimînim an ji bo debara malbata we biçim kar, ez jî nizanim."    GAVA BIRAYÊ WÎ LI MALÊ TEVLÎ DERSAN DIBE    Bîlal Ertûş ku li navenda Colemêrgê diçe dibistanê got: "Ji ber ku li gund şebekeya telefonê tuneye, em diçin derveyî gund û bi vî awayî dersên xwe dişopînin. Telefona min tuneye. Lewma telefona birayê xwe bi kar tînim. Lê gava ne li malê be, nikarim tevlî dersan bibim."    GAVA DINYA SAR BIBE WÊ ÇAWA BE?    Kenan Ertûş jî ku li Lîseya Anadolûyê ya Cumhûriyetê ya Colemêrgê dixwîne got: "Niha ji ber u dinya xweş e em pir zehmetiyê nakişînin. Lê gava dinya sar bibe nizanim em ê çi bikin. Niha telefona bavê xwe bi kar tînim. Lê gava bavê min diçe kar ji mecbûrî nikarim tevlî dersan bibim. Her wiha înterneta bavê min jî bisînor e. Dengê wesayîtan û avê nahêlin em konsantre bibin. Pirî caran ji ber qelebalixiyê dengê mamoste nayê me. Em dixwazin ev pirsgirêk bê helkirin."    MA / Hamza Gunduz