Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne 2020-10-03 09:09:46 MÊRDÎN – Dozgeriyê ji bo 9 kesên li Midyadê ji aliyê JÎTEM'ê ve di binçavan de hatibûn windakirin de gotibû "Dibe ku tevlî PKK'ê bûbûn" û fezlekeyek amade kiribû. Parêzerê dosyeyê Erdal Kûzû, ji bo vê fezlekeya navbirî got "polîtîkaya bêcezatiyê û siyaseta dewletê ye ku dixwaze ser sûcên xwe bigire." Her wiha Kûzû, destnîşan kir ku agahî û belgeyên di dosyeyê de ne pir girîng in ku tu dozger nikare ji bo wan xwe li nedîtinê deyne. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 30'yê Çileya 2012'an de der barê 9 kesên ku di navbera 1994-1996'an de li navçeya Midyad a Mêrdînê di binçavan de hatibûn windakirin de lêpirsînek dabû destpêkirin, lê belê der barê lêpirsîna ku di sala 2014'an de bi biryara "bêrayetiyê" ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatibû şandin de careke din biryara "bêrayetiyê" hat dayîn. Wê lêpirsîna der barê fermandarêê qereqolê yê wê demê Hîlmî Kahraman, efser Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliç de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve bê birêvebirin. Dozgerê ku der barê dosyeya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatiye şandin de fezleke amade kir, ji bo Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hiznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr gotiye: "Dibe ku ev kes tevlî qadroya rêxstina terorê ya çiyê bûbûn an jî dibe ku rêxistinê ew kuştibin."    Parêzer Erdal Kûzû ku parêzerê xizmên Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hiznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr e, der barê fezlekeya hatiye amadekirin û lêpirsîna ku didome de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Kûzû, anî ziman ku wekî navçeyên din ên Mêrdînê li Midyadê jî di salên 1990'î de gelek înfazên bêdaraz hatine kirin û got, der barê windayên li Mdiyadê de heya sala 2013'an jî lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Kûzû, destnîşan kir ku piştî malbatan daxwaza kiriye di sala 2013'an de li Serdozgeriya Komarê ya Taybet a Amedê gilî kirine û got: "Nexasim me xwest li gundê Kerşafê yê Midyadê hin dever bên kolandin. Piştî ev daxwaz hat qebûlkirin, me windayên din jî dîtin. Malbatên van windayan jî tevlî pêvajoya vê lêpirsînê bûn. Me di vê pêvajoyê de dît ku, li Midyadê gelek kes bi awayekî bêdaraz hatine înfazkirin. Di sala 2013'an de piştî li Gundê Kerşafê hin delîl bi dest ketin Serdozgeriya Komarê ya Amedê keşf kir. Cihên ku me diyarkirin hatin kolandin. Lê belê me bermayiyên mirovan hatine windakirin nedîtin. Şahidên ku di pêvajoya lêpirsînê de derketin holê, delîlên bi dest ketin, beyanên muştekiyan, nasnameyên kiryaran, sûcên ku kiryaran kiriye, têkiliyên wan ên bi eteyan re, fealiyetên wan ên JÎTEM'ê yên di navbera 1994-1996'an de ên li Qoser, Kerboran û Dêrikê derketin holê."    ‘FEZLEKEYEKE NEPÊBAWER'    Kûzû, diyar kir ku piştî Serdozgeriyên Xwedî Erka Taybet ji holê hain rakirin, dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatiye şandin û ji bo vê xwestine hin hevdîtinan pêk bînin, lê belê heya niha tu daxwazek wan jî bi cih nehatiye. Kûzû, destnîşan kir ku heya niha tenê tiştek hatiye kirin, ew jî beyanên gumanbaran hatine girtin û got: "Herî dawî jî Serdozgeriya Komarê ya Midyadê bi daxwaza şopandinê ne mikun e fezlekeyeke amade kir û şand Mêrdînê. Lêpirsîn hîn jî li Mêrdînê ye. Lê belê gava mirov li fezlekeya Dozgeriya Midyadê dinêre, pir wehîm e. Hatiye gotin ev kes winda bûne, exber ji wan nehatiye girtin. Lê belê peywira aşkerekirina aqûbeta van kesan a dozgeriyê ye, lê belê qet behsa vê nekiriye û serî li rêyeke hêsan xistiye û li gor beyanên gumanbaran hereket kiriye. Ji bo kesên temenê wan di navbera 50-70 salî de gotiye dibe ku tevlî rêxistinê bûbin û li sr vî esasî fezlekeyeke nepêbawer amade kiriye."    ‘FEZLEKE, PÊKANÎNA POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ YE'    Kûzû, destnîşan kir ku dozger mecbûr maye fezlekeyeke bi vî rengî amade bike û got, fezlekeya hatiye amadekirin pêkanîna "polîtîkaya bêcezatiyê û siyaseta dewletê ye ku dixwaze ser sûcên xwe bigire" bixwe ye.    Kûzû, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya helwesta dozgeriyê tuneye û got, helwesta wî helwesteke bîrdoziyî ye.    Her wiha Kûzû, bibîr xist ku serkiryarê lêpirsînê fermandarê cerndirmeyan ê wê demê Hîlmî Kahraman di sala 2001'ê de li Kocaeliyê daxilî nav çete, xespkirin û talankirinê bûye.    Herî dawî Kûzû, destnîşan kir ku bi vê yekê re cihêkarî bi awayekî zelal dekretiye holê û got: "Em bi helwesteke darazê ya ku li hemberî kurdan cihêkariyê dike re rû bi rû ne. Ev fezlekeyeke ku bêyî belgeyeke hiqûqî gumanbaran diparêze." Kûzû, daxwaza wan ew e ku ji bo îdianamayeke ku di encama lêprsîneke çalak de bê amadekirin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi wêrekî û bêalî tev bigere û got: "Ev jî bi tunehesibandina fezlekeya ji Midyadê hatiye şandin pêkan e. Belge û agahiyên di dosyeyê de derketine holê pir girîng ku tu dozger nikare ji bo wan xwe li nedîtinê deyne."    MA  /  Ahmet Kanbal