HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand 2020-10-03 12:00:30 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê bi boneya koça dawî ya rêberê giyanî yê civaka êzidî Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand û ji malbat, civaka êzidî û gelên Kurdistanê re sersaxî xwest    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber koça dawî ya rêberê giyanî yê civaka êzidiyan peyama sersaxiyê weşand.    Peyama bi îmzeya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hat belavkirin wiha ye:   "Bi xemgîniyeke mezin em hîn bûn ku rêberê giyanî yê civaka Êzidiyan, serokê rêdar yê mirovatiya kevnar, cihgirê her heft milyaketan, şagirt û bîrdariyê aqil, Babê Şêx, li Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji nav me bar kir û çû ser dilovaniya Yezdan.    Babê Şêx, di temamî serboriya jiyana xwe de bi xizmet û xebata xwe, bû pişt û dengê civaka Êzidiyan. Di 60 saliya emrê xwe de, hem rola xwe ya di nava civakê de bi serkeftî û serfirazî lîst, û hem jî ji aliyê têkiliyên aştî û biratiyê ya bi gelên cîran re bandoreke giring û mayînde ava kir.    Babê Şêx, di dema fermana 73’yan de, jinên Êzidî yên ku ji aliyê hovan ve hatibûn revandin, wek berpirsyariyeke mezin û serbilindahiyeke pak dîsa qebûl kir û rola xwe ya manewî di nav civaka Êzidiyan de bi serfirazî lîst. Bi vê gava bêhempa wî di mêjûyê Êzidiyatiyê de riyeke nû vekir.    Babê Şêx, di seranserî jiyana xwe de her gav berê xwe da roja pîroz û bi hêviyeke mezin ji bo 72 miletan dua kir. Bi saya kerema wî, civaka Êzidiyan bi cîhanê re têkiliyeke nû ava kir. Qedem guhaztina wî wendahiyeke mezin e hem ji bo Êzdiyan û hem jî ji bo temamî gelên Kurdistanê.    Ji ber koça dawî ya Babê Şêx, em gelek xemgîn in. Bi vê minasebetê, em sersaxiyê li malbata wî, li civaka Êzidiyan û li temamî gelên Kurdistanê dikin. Serê me sax be, cihê wî bihuşta baqî be!   Pervîn Buldan –Mîthat Sancar Hevserokên Giştî yên HDP’ê"