9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin 2020-10-03 16:19:05 BEDLÎS  - Piştî 9 meh karesata kêştiyê ya par di Golu Wanê de noqî avê bû û 7 penaberan tê de jiyana xwe ji dest dan, ji 11 kesên hatibûn binçavkirin 7 jê hatin girtin.    Li Gola Wanê ya ku dikeve sînorê gundê Erîkbagi ya girêdayî navçeya Elcewaz a Bedlîsê, di 26’ê Kanûna 2019’an de kêştiya 79 penaber tê de bûn noqî avê bibû. Di kêştiyê de 7 penaberan jiyana xwe ji dest da bûn û 72 penaber jî hatibûn rizgarkirin. 9 meh piştî karesata keştiyê 11 kes hatin binçavkirin. Ji 11 kesên sewqî Serdozgeriya Komarê ya Elcewazê hatin kirin, 7 jê hatin girtin.    7 kesên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.