Der barê rojnamevan Boltan de 6 lêpirsîn û 5 doz 2020-10-04 09:01:29 AMED - Di 18 mehan de der barê rojnamevan Hakki Boltan de 5 doz û 6 lêpirsîn hatine destpêkirin.    Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de polîsan di 30'yê Îlonê de avêtibû ser gelek malan. Di avêtina ser malan de rojnamevan Hakki Boltan jî di nav de 14 kes hatibûn binçavkirin û kesên hatibûn binçavkirin di 2'yê Cotmehê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Ji kesên hatin binçavkirin 10 jê hatibûn berdan û 4 jê jî hatibûn girtin. Ji kesên hatibûn berdan yek jê jî rojnamevan Boltan bû. Boltan ku bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan, di 18 mehan de der barê wî de 6 lêpirsîn û 5 teqîbat hatine destpêkirin û ji ber vê tim tê binçavkirin. Boltan ji 5 dozên lê hatine kirin ji 2'yan beraat kiriye û 3 jê jî hîn didomin. Polîsan di 19'ê Sibatê de avêtibûn ser mala Bolatn û ew binçavkiribûn û di 30'yê Îlonê de cardin avêtibûn ser mala wî û ji ber ji bo Mûsa Anter peyva "şehîd" bi kar aniye hatiye binçavkirin.    Boltan, anî ziman ku xebatên wî yên rojnamevaniyê wekî delîla sûc didin ber wî.    Boltan bibîr xist ku berê gava der barê wî de lêpirsîn dihatin destpêkirin polîsan ji bo îfadeyê telefonî wî dikirin, lê belê niha davêjin ser mala wî. Boltan, diyar kir ku di nava 5 mehan de du caran avêtine ser mala wî û got: "Emniyet ji her kesî bêtir min nas dike, ji ber karê min. Pêşî dixwazin me rojnamevanan bêdeng bikin. Bi vî awayî jî dixwazin muxalefetê çavtirsandî bikin. Her du binçavkirin jî, ji ber polîtîkaya îqtidarê ya tirsandin û tepisandinê ye."    ‘SERSAXÎ JÎ BÛYE SÛC'    Boltan, anî ziman ku di avêtina ser malê ya 30'yê Îlonê de mala wî hatiey belawelakirin û got: "Dû re me birin emniyetê. Li emniyetê tiştek ji me nepirsîn. 3 roj şûnde îfadeya me girtin. Ji ber ki me nûçeya der barê KCD'ê de çêkiriye, em binçav kirine. Her wiha piştî hevalê me yê rojnamevan Mazlûm Erencî jiyana xwe ji dest da, ji bo bibîranînê em çûn ser gora wî û ji ber min li ser medyaya civakiyî di vî warîd e parvekirin kiriye sûc hesibandine. Ji bo dewletês ersaxî jî êdî sûc e. Me tiştên em pê tên sûcdarkirin qebûl nekir. Ez nivîskarê Rojnameya Azadiya Welatê bûm. Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş, li Cizîrê di jêrzemînê de hat şewitandin. Ji ber me Rohat bibîr aniye, bibîranîn sûc hesaibandine. Bibîranîn tiştekî insanî ye. Nûçeya der barê wê de karê me rojanmevana ye. Heger ez vê nekim, nexwe ez ne rojnamevan im."    Boltan, anî ziman ku gava wan 14 kesên binçavkirî birine nexweşxaneyê 4 polîs bi wan re hatine, lê belê gava çûne edliyeyê leqayîa rtêşekê hatine û got, bi vî awayî armanc wan sûcdar bikin. Boltan, diyar kir ku gava çûne enxweşxaneyê bijîşk tenê pirsiye bê ka şûna derban heye yan na.   DER BARÊ WÎ DE 5 DOZ    Her wiha Boltan der barê dozê lê hatine kirin jî got: "Der barê nobetên Rojnameya Ozgur Gundemê de doz vekirin. Ji ber ku yek ji eksên ewil ên wan nobetan bûm der barê min û gelek rojanmevanan de doz vekirin. Lê ew doz betal kirin. Doza ji ber heqareta lis erokomar didome. Her wiha ji dozeke din jî bi şertê konrtola edlî ez berdam. Di dozek din jî qedexeya derketian derveyî welat danîn ber min. Di vê lêpirsîna dawî de jî bi şertê konrola edlî hatim berdan. Îsal der barê min de 5 doz hatine vekirin. Min di dudyan de beraat kiriye, sê jê didomin. Ji ebr gelek lêpirsînan tim ji bo îfadeyê gazî min dikin."    ‘EZ Ê BIDOMÎNIM'    Boltan, destnîşan kir ku çapemeniya azad di hedefa îqtidarê de ye û got, wê karê xwe yê rojnamevaniyê bidomîne.