Mezlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin 2020-10-04 10:30:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku Tirkiye baş dizane çarenûsa gelê Kurd li her çar parçeyan girêdayî hev e û got: "Dema ku gelê Kurd li cihekî xurt dibe, ev serkeftin li parçeyên din jî xwe nîşan dide. Em bawer dikin ku HDP’ê heta niha gelek caran polîtîkayên Tirkiyeyê yên înkar û qirkirinê têk birine. Ji ber vê dixwaze ji HDP'ê tolê vê hilde."    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, di salvegera dagirkirina bajarên Serêknaiyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, geşedan û rojevên sereke yên li Rojava, Tirkiyeyê û herêmê rû didin ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxandin.   Mazlûm Ebdî, bal kişand ser armanca Tirkiyeyê ya ku dixwaze herêmê dargir bike û wiha axivî: "Armanca sereke ya Tirkiyeyê dixwaze xaka me dagir bike û bike Tirk. Van êrişên dagirkirinê jî, bi taybetî bi destê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê pêk tîne. Ev jî çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê ne."   'EM XURTIN EW QELSIN'   Ebdî der barê dagirkirineke nû ya muhtemel de jî got: “Çi dema ku Tirkiye firsendê bibîne, wê dîsa êrişeke dagirkeriyê ya berfireh bide dest pê kirin. Lewma jî divê em ji aliye siyasî, leşkerî û civakî de amade bin. A niha em xurt in, ew jî qels in. Hêzên navneteweyî û herêmî li gel me ne. Ji ber vê Tirkiye hema wisa li gorî dilê xwe nikare êrîş bike. Heke bixwaze vê yekê bike jî, dê fatureyek pir giran bide."   'HEVDÎTIN WÊ YEKITIYÊ MAYINDE BIKE'   Ebdî, diyar kir ku yekitiya gelên li herêmê roj bi roj xurt dibe û wiha bilêv kir: "Lê aliyên dixwazin vê têk bibin jî hene. Bes bila baş bê zanîn wê tu encamê bi dest nexin. Gelên herêmê bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kir. Di serî de gelê Ereb û gelên herêmê dîtin ku pêşeroja wan di Rêveberiya Xweser de ye. Di heman demê de hevdîtinên yekitiyê yên bi PYNK û ENKS'ê re jî dewam dikin. Em bawer dikin ev hevdîtin wê bi demê re yekitiyê mayînde bike. Em wek QSD garantorên hevdîtinên her du aliyan in. Em hevdîtinên aliyan bi DYA’yê re berdewam dikin. Hevdîtinên PYNK û ENKS’ê heta niha bi awayekî erênî berdewam dikin. Her du aliyan di warê siyasî de li hev kirin. Her du alî jî li ser siyaseta ku dê li herêmên dagirkirî bê meşandin, mutabiq in. Ev rewşeke erênî ye û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qebûl nakin. Encama ku ji van hevdîtinan derkeve dê bandoreke baş li azadkirina herêmên dagirkirî bike. Divê helwesta Kurdan a têkildarî vê mijarê yek be û bandora wan a li ser hêzên navneteweyî dê xurttir be."   ‘EM Ê YEKITIYA GELÊN KURD Û EREB BIPARÊZIN’   Ebdî, da zanîn ku bi yekitiya neteweyî re ewê yekitya gelên kurd û ereb jî biparêzin û wiha pê de çû: "Ne tenê Tirkiye, hemû dewlet û aliyên ku naxwazin em li vê derê bibin xwedî statû û derdorên ku temehulî me nakin, hewl didin di nava gelê herêmê de fitneyê derxin. Nemaze dixwazin vê yekê di navbera kurd û ereban de pêk bînin. Divê mirov aşkera bibêje; rejîma Sûriyeyê hewl dide gelê ereb li dijî kurdan sor bike. Me ev yek li Reqa, Dêrazor û Hesekê jî baş dît. Hem rejîma Sûriyeyê û hem jî Tirkiye dema ku hêviyên xwe yên dagirkirina herêmê bi rêya leşkerî winda kirin, dest bi derxistina van fitneyan kirin. Helbet beriya Kurdan gelê Ereb li dijî vê yekê sekinî û dê bisekine jî. Ji ber ku gelê Ereb û gelên din jî dît ku pêşeroja wan di nava QSD û Rêveberiya Xweser de ye. Ev rastî di dema azadkirian herêmên wan de jî, di xebatên siyasî û leşkerî yên li herêmên xwe de jî dîtin. Ji bo azadkirina vê xakê xwîna gelên Kurd û Ereb tevlihev bû, bi hev re xwîna xwe rijandin. Çi dibe bila bibe emê yekitiya gelên kurd û ereb biparêzin."   'FERASETA ÇETEYAN YEKE, HEMÛ DAIŞIN'   Ebdî, feraseta çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê bi bîr xist û wiha rêz kir: "Tu ferqa çeteyên DAIŞ, ji çeteyên li Serêkaniyê û Girê Spî tune ye. Feraseta wan çeteyên ku ji welatên cuda hatine û ya DAIŞ’ê heman e. Çeteyên DAIŞ’ê bûn Artêşa Azad û niha jî bi navê cuda kiryarên xwe bi rêve dibin. Dema ku DAIŞ li herêmê qels bû, wan çeteyan ji nû ve navê çeteyên Artêşa Azad hildan. Ji ber ku feraseta wan heman e, ji wan re ne xem e ku navê wan biguhere. Ji bo pere, mal û milk vî karî dikin. Lewma jî êrişên xwe li vir, li Azerbêcanê û li Lîbyayê pêk tînin. Feraseta van çeteyan û yên ku destekê didin wan, feraseteke dagirkirinê ye. Ev çete ji bo berjewendiyên xwe her tiştî mubah dibînin. Lê sûcên wiha teqez nayên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de du rê li ber me hene; yan hêzên ku hewl didin pirsgirêka Sûriyê bi rêyên siyasî çareser bikin dê berpirsyariya xwe bi cih bînin û ew herêmên hatin dagirkirin dê weke parçeyekî Sûriyê bên nasîn, gelê wê herêmê li xaka xwe vegere. Yan jî ev herêm bi destê kesên ku vê xakê diparêzin, dê werin azadkirin."   ‘DESTHILATDARÎ HEWL DIDE TOLA KOBANÊ JI HDP’Ê HILDE’   Ebdî derbarê operasyona li dijî HDP'ê û binçavkirina siyasetmedarên kurd de jî, ev nirxandin kir: "Tirkiye baş dizane ku çarenûsa gelê kurd li her çar parçeyan girêdayî hev e. Dema ku gelê kurd li cihekî xurt bû, ev serkeftin li parçeyên din jî xwe nîşan dide. Lewma jî li Bakurê Kurdistanê mezinbûna HDP’ê, ji bo şoreşa Rojava jî destekek bû. Di şerê Kobanê de desteka herî mezin ji Bakurê Kurdistanê û linge vê siyasî HDP’ê hat. Lewma em careke din wek şervanên azadiyê yên li Rojavayê Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêşî gelê Bakur û nûnerên wan ên siyasî dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo serkeftina Kobanê bi roleke girîng rabûn û gelek şehîd jî dan.   Hikumeta AKP’ê dixwaze tolê ji helwesta HDP’ê ya Kobanê hilde. Nedixwestin Kobanê bi ser bikeve û bi vî awayî dixwazin tolê jê hildin. AKP’ê dixwest berxwedana Kobanê têk biçe û ev yek gelek caran di daxuyaniyên xwe de aşkera kir. Gelê her çar parçeyên Kurdistanê û nemaze gelê Bakur ji bo serkeftina berxwedana Kobanê bigihêje serkeftinê, kedeke mezin da. Desthilatdarî û dewleta Tirk dixwaze tola vê hilde. Em bawer dikin ku heke HDP’ê heta niha gelek caran polîtîkayên dewleta Tirk ên înkar û qirkirinê têk birine, dê dîsa bi berxwedana xwe van êrişan jî têk bibe û xwe xurttir bike."   'EM Ê SERKEFTINA 9 SALAN TACÎDAR BIKIN'   Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, di dawiya axaftina xwe ev peyamanên girîng dan: "Hevdîtinên yekitiyê yên kurdan ên li Rojava, her wiha xebatên ku em ji bo pêkvejiyana gelan li herêmê dimeşînin û ya herî girîng jî yekrêziya gelên Kurd û Ereb û destkeftiyên aborî, başkirina pergala me ya rêveberiyê û pêşvebirina wê, plan û projeyên me hene. Divê em vê bi pêş bixin. Divê gelên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî destekeke zêdetir bidin projeyên me. Lazime ku gelê me li destkeftiyên me xwedî derkeve û destkeftiyên xwe yên 9 salan bi serkeftinê tacîdar bikin. Hêzên ku em pê re li dijî terorê têkoşînê dimeşînin, dikarin ji niha ve desteka xwe zêdetir bikin. Em dikarin pozîsyona xwe ya tifaqê jî xurt bikin. Divê em bizanin ku teror hê jî xilas nebûye û têkoşîna me dewam dike. Divê dostên me di vê têkoşînê de desteka xwe bidomînin û zêdetir bikin. Xebatên me yên leşkerî û siyasî yên li ser vê xakê dimeşînin, heke bigihêjin serkeftinê, dê feydeya xwe ji wan re jî hebe. Lê belê heke bi paş bikevin, zirara herî mezin jî dê li wan bibe. Ji ber vê yekê jî divê zêdetir destekê bidin têkoşîna li herêmê."