Elîaçik: Nimêja li ber şaredariyê, nîşaneya hişmendiya dagirkirinê ye 2020-10-04 11:30:01 STENBOL - Îlahiyatnas Îhsan Elîacik, ji bo Waliyê Qersê Turker Oksuz ê li ber şaredariyê Qersê nimêj kiribû, nirxandina “Kevneşopiya feraseta fetihkirinê” kir û got: “Ev can, mal û milkên kesên weke dijmînên xwe dibînin, ji xwe re helal dibînin.”     Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di 25’ê Îlonê de, di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibû binçavkirin û di 2’yê Îlonê de jî hatibû girtin. Piştî girtina Bîlgen, Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî cihê wî hat kirin. Yekemîn karê ku Oksuz ê qeyûm kir, çû ber şaredariyê û nimêja Înê kiribû.    Îlahiyatnas û nivîskar Îhsan Elîaçik, biryara qeyûm û nimêja Oksuz a ku li ber şaredariyê kir nirxandin.    QEYÛM: DIZÎTIYE   Elîaçik, diyar kir ku di Îslamiyetê de, qeyûm weke dizitiyê tê dîtin û wiha axivî: “Hûnê kesekê bi vîna gel hatiye hilbijartine hîna nehatiye darizandin ji peywirê bigirin û li şûna wî/wê yên nû tayîn bikin. Di wê şaredariyê de keda bi hezaran mirov hene. Xebitîne û bi xebata xwe, xwe bi gel dane qebûl kirin. Lê ev hemû bi zorê ji wan tê standin. Tu jî, rojekê bi kesên bi çekre dikeve wê şaredariyê û wî cihî xesp dikî. Dizitiya meqam û dizitiya kaseya şaredariyê heman tiştin.”    ‘NÎŞANEYA HIŞMENDIYA DAGIRKIRINÊ YE’   Elîaçik, bal kişan ser nijêma qeyûm a li ber şaredariyê kir û wiha got: “Ev xwe nîşandane û hişmendiya dagirkeriyê ye. Di AKP’ê û koalisyona wan a hevpar de ev ferast serdest e. Hemû can, mal û milkên kesên weke dijmînên xwe dibînin, ji xwe re helal dibînin. Di heman demê de qetla van wacîp û malên desteser dikin ji bo xwe weke xenîmet dibînin. Ev hişmendî ne tenê li bajarên kurdan ên weke Qers, Wan û Amedê heye, dewleta heyî jî, ji bo xwe wisan dibîne. Bi çavê xenîmetê li Meclîsê, Karê Hûndir, Wezareta Dadê, nexweşxaneyan, rêyan û xizîneya dewletê dinerin. Bi hişmendiya fetihkirinê, deste serkirinê û lihevparîkirinê nêzî her tiştî dibin. Niha ev feraset serdeste.”    ‘DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DESTHILATDARIYÊ DEWAM BIKE’   Elîaçik, bal kişand ser têkoşîna li dijî desthilatariyê û wiha bi dawî kir: “Divê li hemberî van hemûyan, hemû kes bên gel hev û têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariyê mezin bikin. Lazime ku oldar jî di nav de hemû kes, baş bibînin ku AKP’ê windana xwe winda kiriye û bûye hikumetek robot. Li welat ciqas kurd, elewî, çepgir û muhafazakar hebin divê dest bidin hev, ji ber ku welat di asta ku ji nû ve bê avakirin de ye. Evê ji bo hemû kesan jî pir baş be. Êdî pêdivî bi derdoreke azad û demokratîk heye.”   MA / Mehmet Aslan