Bîlgen: Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn paşguh kirin 2020-10-04 12:44:45 AMED - Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê hat girtin û qeyûm tayînê şûna wî hat kirin, diyar kir ku destkeftiyên li bajêr bi tu awayî winda nabin û got: “Şandeya dadgehê ya ku biryara girtinê da, biryara AYM’ê paşguh kir.”  Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hat girtin û dûre qeyûm tayînê şûna wî hat kirin, li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.    BIRYARA AYM’Ê PAŞGUH KIRIN    Bilgen, diyar kir ku destkeftiyên li Qersê wê tu carî winda nebin û got: “Kesên ku li ser bêhiqûqiya li me tê kirin, li me geriyan, em ziyaret kirin û ji bo me peyam weşandin spasiyên xwe pêşkêş dikim. Bila baş bê zanîn, destkeftiyên li Qersê wê tu carî winda nebin û ev xwedî derketin wê vale neçe. Ez nizanim biryara girtinê kî da, lê şandeya dadgehê ya ku ev biryar li rûyê min xwend, başiyek dîrokî kir û bi vê biryarê rêzên hiqûqî û biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn paşguh kir. Bi awayekê aşker ev yek kir. Li şûna ku weke demokrasî heye nêz bibin, îmzekirina vê bêhiqûqiyê, wê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, jê haydar bûn û destkeftiyek hîn bi nirxtir derbixe holê.”