Wê dema binçavkirina hevşaredar Alaca û 14 kesên din dirêj bikin 2020-10-04 14:09:16 QERS - Dema binçavkirina Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku qeyûm tayînê cihê wê hat kirin û ji peywirê hat girtin jî di nav de, ya 15 kesan wê dirêj bikin. Ji ber vê yekê sewqî edliyê hatin kirin.   Li Qersê, di 1’ê Cotmehê de, polîsan bi ser malên Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, Alîkara Hevşaredara Qersê Mûazzez Çagrtekîncî, nûçegihana Demokrat Haber Selda Manduz, siyasetmedar Îzzet Alting, Sabrî Avag, Adem Karatş û Zorba Başkûtlû de girtin û binçavkirin kirin. Îfade girtina Alîkara Hevşaredara Qersê Mûazzez Çagrtekîncî, nûçegihana Demokrat Haber Selda Manduz, siyasetmedar Îzzet Alting, Sabrî Avag, Adem Karatş û Zorba Başkûtlû yên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû. Lê Hevşaredara Qersê jî di nav de, îfadeya 15 kesan hîna jî nehatiye girtin.    DEMÊ BINÇAVKIRINA WAN HAT DIRÊJKIRIN   21 kesên li ewlekariyê bûn sewqî edliyê hatin kirin. Hat hîn bûn ku dozger wê îfadeya 6 kesên li midûriyeta polîsan îfade dabûn bigire û dema binçavkirina Hevseroka Qersê Şevîn Alaca û 14 kesên din wê bê dirêj bike.    Navê 21 kesên dibin çavan de ne wiha ye: “Hevseroka Qersê Şevîn Alaca, Hevserokê HDP’ê yê Qersê Cengîz Anli, Alîkara Hevşaredara Qersê Mûazzez Çagrtekîncî, endamên Meclîsa Şaredariya Qersê Kaya Nakî, Fahrettin Kaya, Omer Albayrak û Suat Bayhan, endamê Meclîsa Giştî yê Qaxizmanê Halîl Kan, Endamê Meclîsa Şaredariya Dagpinarê Hamdî Erkmen, endamê Meclîsa Şaredariyê Dîgorê Hamît Taşdelen, Aktivîsta TJA’yê Medya Tagay, Endamê Meclîsa Şaredariya Dîgorê yê berê Reîs Baykiz, Hevserokê berê yê HDP’a Dîgorê Zorba Başkûtlû, xebatkarê şaredariyê Şengul Erkmen, nûçegihana Demokrat Haber Selda Mandûz, Hevserokê DBP’ê yê navçeyê yê berê Îzzet Altig, rêveberê berê yê HDP’a navçeyê Adem Karataş, rêveberê berê yê HDP’a Selîm, Bulent Agbaba û Hazal Agadeve.”