Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan HDP'ê 2020-10-04 14:29:03 ENQERE - Rêxistinên girseyî yên demokratî yên li Enqerê, derbarê operasyona li dijî HDP'ê de daxuyaniyek hevpar dan û piştgirî dan HDP'ê.   Bertekên li dijî operasyona girtin û binçavkirinên siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin. Federasyona  78'an a  Şoreşger,  Malên Gel û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên li Enqerê, civînekê çapemeniyê ya hevpar lidar xistin û di civînê de operasyon şermezar kirin. DaxuyanÎ li Navenda Giştî ya Mala Gel hat lidarxistin û helbestvan Ahmet Tellî daxuyanî da.   Tellî nerazîbûn nîşanî binçavkirin û tayînkirina qeyûm a Şaredariya Qersê da. Tellî, diyar kir ku qeyûmê ku ji aliyê feraseta ku welat xistiye nava çirava şer ve hate tayînkirin û wiha axivî: "Qeyûm destpêkê li pêşiya Şaredariya Qersê nimêja fethê kir. Yên ku nimêja fethê kirin, dewama 12'ê Îlonê ne.   Tellî, da zanîn ku tayînkirina qeyûman nêzîkatiyeke hiqûqî, exlaqî û wijdanî nîne û wiha got: "Em vê ferasetê bi tundî şermezar dikin. Di serî de Şaredarê Qersê divê hevşaredar, parlamenter, endamên meclîsa şaredariyê û endam û rêveberên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê yên dîl hatine girtin divê tavilê bên berdan û wezîfeya wan li wan bên vegerandin."