Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir 2020-10-04 16:13:09 QERS - Qeyûmê tayînî Şaredariya Qersê hat kirin Walî Turker Oksuz, Meclîsa Şaredariyê ya ji endamên 5 partiyan pêk dihat betal kir û hesabê medya civakî ya kurdî ya Şaredariyê jê bir.    Qeyûmê tayînî şûna Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" de hatibû girtin, hat kirin Walî Turker Oksuz, piştî ku xebatên rêveberiya HDP'ê ji Twîttera şaredariyê jê birin, dûre hesabê kurdî yê şaredariyê "@SQerse" jê bir.     MECLÎSA JI 5 PARTIYAN PÊK TÊ BETAL KIR    Hat hînbûn ku qeyûm Oksuz, di heman demê de Meclîsa Şaredariyê ya ji 25 kesan pêk dihat betal kiriye. Meclîsa Şaredariyê ji 10 endamên HDP'ê, 5 CHP'ê, 4 MHP'ê, 3 AKP'ê, 2 DSP'ê û yên din jî, ji endamên serbixwe pêk dihat.