Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên coronayê derketin 8 hezar û 441 kesî 2020-10-04 19:45:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa coronayê 57 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan, hezar û 429 kesên din jî pê ketin. Bi vî awayî hejmara qurbaniyên coronayê derketin 8 hezar û 441 kesî û hejmara pêketiyan jî derket 324 hezar û 443 kesî.     Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê yên Tirkiyeyê parve kir. Li gorî daneyên Koca;  li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa coronayê 57 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, hezar û 429 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara qurbaniyên coronayê derket 8 hezar û 441 kesî û hejmara pêketiyan jî derket 324 hezar û 443 kesî.