Êdî parêzerê Elkê jî heye! 2020-10-05 09:05:34   ŞIRNEX – Parêzer Hakan Cîn ku piştî bi salan li navçeya Elkê buroya parêzeriyê vekir, diyar kir ku ji nûçeya ajansa me ya derbarê mijarê de bi bandor bûye û dixwaze piştgiriya hiqûqî bide niştecihên li navçeyê.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku timik binpêkirinên mafan lê pêk tên, bi salan bû buroya parêzeriyê lê tunebû. Ji ber nebûna buroya parêzeriyê, niştecihên li navçeyê, di mijarên hiqûqî de gelek zehmetiyan dikişandin. Ajansa Mezopotamyayê, derbarê mijarê de sala borî di meha tîrmehê de bi ser navê “Bajarê parêzerê wê tuneye: Elkê”  nûçeyek derbas kiribû.   LI NAVÇEYÊ BUROYA YEKEMÎN VEBÛ   Parêzer Hakan Cîn, destpêka salê buroya yekemîn parêzeriyê li navçeyê vekir. Cîn beriya ku bê navçeyê 3 salan li Stenbolê parêzeriyê kiriye û li ser nûçeya ajansa me ya derbarê mijarê de ji Stenbolê berê xwe dide navçeyê û lê buroya parêzeriyê vedike. Cîn, derbarê mijarê de ev tişt got: “Dema li Stenbolê bûm, hin malbat bi telefonê xwe digihandin min. Berê jî min dixwest bêm navçeyê, lê piştî nûçeya we min biryara xwe ya hatina navçeyê leztir kir.”   “GOTIN WERDGUHERIN ÎŞKENCEYÊ”   Di berdewamê de Cîn, diyar kir ku ji bo bûyerek biçûk jî malbat li deverên 80-85 kîlometre dûr li parêzeran digerin û gelek caran jî xwe nagihînên wan û wiha got: “Lewre hem ji halê hêzên ewlehiyê ve hem jî ji aliyê gel ve gotin girtinek jî werdiguherî îşkenceyê. Li Edliye û Emniyeta navçeyê odeya hevdîtina parêzeran jî tuneye. Dema ku diçin, dozgerî, emniyet û cendirmeyê ji bo hevdîtina muwekîlê min odeyek ji min re tê terxankirin. Lê divê ev der deverek ku tenê karibe ji aliyê parêzeran ve bê bikaranîn. Li navçeyê Dadgeha Cezayê ya Silhê, Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê, Dadgeha Hiqûqê ya Silhê û Dadgeha Qadastroyê heye. Li edliyeyê tu odeyeke baroyê jî tuneye. Hêvîdarim ku di edliya tê plankirin bê çêkirin de qadeke taybet ku parêzer jî jê sûd werbigirin bê fikirîn.”   ‘DI HÊLA HIQÛQÊ GEL BI TENÊ HATIYE HIŞTIN”   Cîn, destnîşan kir ku gelê navçeyê di hêla hiqûqê de bi tenê hatiye hiştin û ew jî ji bo ku di hêla hiqûqî de piştgiriyê bide gel hatiye navçeyê û axaftina xwe bi dawî kir: “Di hin sûcan de dema ku kirariya gotin girtinê tê kirin, divê parêzer jî hebe. Dema ku bêyî parêzer ev gotin girtin pêk bê dê ne gotin girtinek bi tendurist be. Pêkane ku gotin girtinên ku bi vê rêbazê bên girtin tu wateya wan tuneye. Bang li hempîşeyên xwe dikim ku li navçeyê buroyên parêzeriyê vebikin.”   MA / Mujdat Can