Qersî ji bo qeyûm çi dibêjin? 2020-10-05 09:08:06 QERS – Niştecihên Qersê, tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Qersê weke “darbeya li dijî vîna gel” pênase kirin û bal kişandin ser nêlirêtiyên ku rêveberiya berê ya şaredariyê kiribû û gotin rêveberiya HDP’î rêveberiya herî baş bûye. Wezareta Karên Hundir, di 2’ê cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Qersê kir. Balkêş bû biryara tayînkirina qeyûm kêliya ku biryara girtina Hevşaredar Ayhan Bîlgen hat dayîn û Hevşaredar Şevîn Alaca di bin çavan de bû, hat dayîn.  Beşên cuda yên muxalîf bertek nîşanî biryara tayînkirina qeyûm a şûna Bîlgen û Alaca dan.    GELO JI BER PAQIJ BÛ QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN?   Niştecihên ku bajar ku me ji bo tayînkirina qeyûm mîqrefon dirêjî wan kir, xizmetên ku di dema HDP’ê de hatine kirin bi bîr xistin û biryarê weke “darbeya li vînê “ şîrove kirin. Ji niştecihên bajar Mehmet Aktaş, diyar kir ku tayînkirina qeyûm ji b Qersê darbeyeke mezin û wiha got: “Divê destpêkê kesên ku nelirêtî kirin û digotin “ev bajar tê firotin” bigirin. Dema vana bajar ji çopê nedihat derbaskirin. Hemû gel jî vê dizane. Girên gend û gemarê hebûn. Gelo ji ber Qers paqij bûqeyûm tayîn kirin?”   ‘HERÎ BAŞ BÛN’   Cevdet Toptaş ku razîbûna xwe ya ji rêveberiya HDP’î anî ziman û ev tişt got: “Di nav ên hatibûn de mirovê herî baş ev (Ayhan Bîlgen) bû. Alahattîn Oz jî ku di nêrîna Toptaş de ye, ev tişt anî ziman: “Qe nebe diziya wî tunebû. Şaredarê me yê berê hemû avahiyên Qersê firot û xwar. Kesên ku nediçûn kar û di ser ÎŞ-KÛR’ê de mûçe digirtin hebûn. Li Stenbolê dixebitîn, li vir mûçe digirtin. Berê wiha bû. Vê rêveberiyê dawî li vê anî.”   ‘QAŞO DEWLETPARÊZ BÛ LÊ DEWLETÊ XWAR QEDAND’   Celal Ozkesen, bal kişand ser xebatên ku hevşaredaran ji bo bajar kirine û nêrîna xwe ya ji bo tayînkirina qeyûm wiha vegot: “Darbe li Qersê ket. Çeteyên nelirêtî û diziyê hatibûn paqişkirin.” Casim Aydin ku tayînkirina qeyûm rast nabîne jî ev tişt gotin: “Heke ku cezayê wî hebû çima destpêkê nedigirtin? Çima niha girtin? Em ji xizmetan kêfxweş in. Dema MHP’ê kesên ku li Îzmîrê diman, ji bankamatîkê pere digirtin. Xwarin, qedandin. Tiştek li Qersê nehiştibûn.  Kesê ku qaşo digot, ‘dewletparêz im, dewletê xwar qedand’. Xwedê heye divê mirov vî hî bibêje; vî mirovî bi simnikê digirt û gend û gemarê berhev dikir.”   MA / Cemîl Ûgûr