Qeyûmê Amedê 25 karker û karmendî îxrac kir 2020-10-05 13:39:22 AMED – Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ji 55 karker û karmendên ku beriya niha ji peywirê hatibûn dûrxistin 25 jê hatin îxrackirin.    Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 55 karker û karmend ji aliyê qeyûmê destpêkê Cûmalî Atîlla ve ji peywirê hatibûn dûrxistin. Dema ku Selçûk Mizrakli hat hilbijartin û dest bi kar kir, careke din her pêncî pênç karker û karmendan girt kar. Lê piştî ku Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû tayînî şûna Mizrakli hat kirin careke din her pêncî pênç karker û karmendan ji peywirê dûr xist.    JIMAR DERKET 33’AN   Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji 55 karker û karmendan 25 jê îxrac kir. Di 22’ê îlonê de 8 karker û karmendin din jî hatibûn îxrackirin. Bi îxrackirinên dawî re hejmara îxrackiriyan derket 33’an.    Lêpirsîna ku derbarê 22 karker û karmendan de hatiye destpêkirin jî didome.