Girtiyên Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin: Yên rewşa wan giran in jî hene 2020-10-05 14:13:31   EDENE – Girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê ragihandin ku gelek girtî bi koronayê ketine û yên rewşa wan giran in jî hene.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstana Mereşê girtiyê bi navê Muhammed Emîr yê 57 salî ku ji Efrînê ye di 2’yê cotmehê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîr ê duh ji Saziya Tiba Edlî hat wergirt birin li Goristana Bêkesan a Stenbolê veşartin. Girtiyên li heman girtîgehê ragihandin ku Emîr ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.    GIRTÎGEHÊ GOTIYE ‘REWŞA WÎ BAŞ E’    Girtî Erdal Laçîn bi malbata xwe re axivî û ragihand ku li girtîgehê gelek girtî bi vîrûsa koronayê ketine û girtiyan hemû ji bo 15 rojan xistine karantînayê û yên rewşa wan giran in jî hene. Laçîn da zanîn ku tedawiya pêwîst nayê kirin û dibe ku gelek girtî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest bidin. Laçîn anî ziman ku rêveberiya girtîgehê berê ji bo Emîr gotiye “rewşa wî baş e” û ji bo rewşa girtiyên din jî banga hestiyarê kir.    ‘REWŞA HIN GIRTIYAN GIRAN E’    Ji girtiyan Salih Şîmşek jî bi bavê xwe re xeber da û qala tiştên qewimîne kir. Şîmşek da zanîn ku kurê wî bi zehmetî axiviye û ew ji jiyana girtiyan bi xetere ne û ew dixwazin gavek beriya gavekê tedawiya pêwîst were kirin. Şîmşek diyar kir ku rêveberiya girtîgehê 15 roj berê têkildarî rewşa koronayê li wan geriyaye û got: “Girtîgeh li me geriya û got ‘girtiyên edlî bi koronayê ketine. Bi girtiyên din re nexweşî nîne, meraq nekin.’ Lawê min jî li min geriya û got em hemû bi koronayê ketine. 15 roj ez di karantînayê de me. Hevalê me Muhammed Emîr ji ber koronayê mir. Tenê dermanan didin me. Girtiyên rewşa wan giran in hene.”    Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan. Personelek girtîgehê ji me re got “Kesek rayedar nîne. Îdiaya ku vîrûs li tevahiya girtîgehê belav bûye derew e. Rayedar dizanin ka Muhammed Emîr ji ber koronayê an na miriye. Ez bi destûr bûm. Di wê mijarê de agahiyên min tune ne.”