Malbata girtî Emîr ku li Girtîgeha Elbistanê jiyana xwe ji dest da: Cenazeyê me radest bikin 2020-10-05 16:56:44 MEREŞ - Malbata girtî Mûhammed Emîr ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da, daxwaz kir ku cenazeyê kurê wan bidin wan.    Girtî Mûhammed Emîr ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê girtî bû, di 2’ê cotmehê de lê nexweşxaneya ku lê tedawiya vîrûsa koronayê didît, jiyana xwe ji dest da. Malbata Emîr ku li navçeya Fafîn a Şehbayê dimîne, daxwaz kir ku cenazeyê kurê wan radestî wan bê kirin û ji bo vê yekê piştgiriya wan bê kirin. Birayê Emîr Ednan Xelîl, ev bang kir: “Em nizanin birayê min çawa jiyana xwe ji dest daye. Ji bo anîna cenazeyê birayê min a vir piştgiriya me bikin.”   28 SAL IN GIRTÎ YE   Xelîl, da zanîn ku piştî êrîşên TSK’ê yên sala 2018’an neçar mane ku ji Efrînê koçî Şehbayê bikin û derbarê kekê xwe de ev agahî parve kirin: “Birayê min di sala 1989’an de tevlî PKK’ê bû. Di sal 1993’an de bi birîndarî hat girtin û 28 sal in di girtîgehê de ye. Niha jî me bihîst ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. Birayê min ê ku bi salan e di girtîgehê de ye çawa jiyana xwe ji dest da? Em dixwazin vê hîn bikin. Birayê min çêkiribû? Em dixwazin cenazeyê birayê min radestî me bê kirin. Mirovekî kedkar bû. Ji bo ku cenazeyê birayê min bê Şehbayê em daxwaza piştgiriyê dikin. Em dixwazim birayê me li cihê ku em lê ne bê veşartin.”   Di rapora mirina Emîr a Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê de tê diyarkirin ku Emîr ji ber “Nexweşiya vegir/mirina xwezayî” jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Emîr li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê tê sekinandin.”