‘Rêveberê esil ê lêpirsînê ne dozger û polîs in' 2020-10-06 09:08:37 WAN - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Parêzer Umît Dede, diyar kir ku dozger û polîsên ku lêpirsîna rêveberên partiyê yên hatine girtin bi rêve dibin, ne rêvebirên esil ên dosyeyê ne û got: "Ev dosye, dosyeyeke taybet ku ji aliyê saziyeke din ve bi awayekî dijqanûnî hatiye birêvebirin û anîne danîne ber dozger."  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya çalakiyên Kobaniyê yên sala 2014'an de lêpirsînek dabû destpêkrin. Di çaçroveya lêpirsînê de endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê yên berê û parlementerên HDP'ê yên berê jî di nav de 20 siyasetmedar binçavkiribûn û ji van siyasetmedaran 17 jê di 2'yê Cotmehê de hatibûn girtin.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Parêzer Umît Dede, diyar kir ku dosyeya ku hatiye amadekirin li dijî hiqûqê ye û got, haya dozger û polîsan ji dosyeyê tuneye.    DI 6 SALAN DE NE DELÎL NE JÎ BÛYER NE GUHERÎN    Dede, bal kişand ser rewşa Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku ber bi heman hincetê hatibû girtin û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryara hatibû girtin di çarçoveya binpêkirina mafan de nirxandibû. Dede, diyar kir ku kesek bi heman kiryarê dicê carekê bikeve ber lêpirsînê û got, berê bi îdiayên "xwepêşandanên bêdestûr" û "tehrîkirina sûc" hebûn, lê belê 6 sal derbas bûne ne bûyer guheriye ne jî delîleke cuda bi dest ketiye.    Dede got: "Me dît ku hevalên me bi sûcên giran ên wekî 'kuştina mirovan, talankirin, xerabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê' re rû bi rû ne. Divê bê diyarkirin ku tu hêleke vê ya hiqûqî tuneye. 4 saetan nehiştin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û bêyî tiştek bê kirin 4 rojan di binçavan de man û bi ser de dema binçavkirinê hat dirêjkirin. Ev jî nîşan dide ku ev yek endama hlwesteke kêfî ye."    Dede, anî ziman ku dozgerî pir hay ji dosyeya lêpirsînê tuneye û got: "Hevalên me yên parêzer dîtin ku polîs li ber bersivên ji bo pirsên hatin kirin heyr mane. Ev yek bi me re parve kirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de endamên Desteya Rêvebir a Navendî yên wê demê jî hebûn." Dede, diyar kir ku hin kes wê demê ne endamên Desteya Rêvebir a Navendî bûne û got: "Gava Emîne Ayna gotiye wê demê ne endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê bûye û Hevseroka Giştî ya DBP'ê bûye, dozger heyr maye. Dozger, nizanibûye kesên hatine binçavkirin wê demê peywira wan çi bûye. Yanî ê ev dosye amade kiriye en dozger e. Nexwe rêvebirê esil ê dosyeyê ne polîs in. Ev dosye, dosyeyeke taybet ku ji aliyê saziyeke din ve bi awayekî dijqanûnî hatiye birêvebirin û anîne danîne ber dozger."