Li vî gundî sermiyana şexsî tuneye! 2020-10-06 09:21:29 DERSIM - Li gundê Sorekê yê Mazgêrdê, Fadîme Çetînkaya zebze û fêkiyên baxçeyê xwe û yên der û cînaran berhev dike û ji bo zivstanê wan hiltîne. Li vî gundê ku sermiyana şexsî lê tuneye, her tişt bi awayekî komunî tê peydakirin.    Li gundê Sorek ê Mazgêrd a Dersimê, jinan dest bi amadekariyên zivistanê kiriye. Şêniya gund Fadîme Çetînkaya ya 58 salî, bêyî qurîşek pere xerc bike bi zebze û fêkiyên baxçeyê xwe û yên der û cînarên xwe amadekariyên zivistanê dike. Çetînkaya, giyayên ji çiyê berhev kiriye û zebze û fêkiyên ji baxçeyên der û cînarên xwe berhev dike hişk dike û her wiha bi firingî û îsotan jî salçeyê çêdike.    Çetînkaya, bi dirîreşk, şîlan û gelek fêkiyan rîçalê û şerbetê çêdike û bêyî ku tiştekî bikire, hemû beran ji baxçeyên der û cînarên xwe peyda dike.    Çetînkaya, anî ziman ku li gund şert û mercên zivistanê zehmet in û got, lewma ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Çetînkaya, bilêv kir ku tiştên ji bo zivistanê amade kiriye bi pereyan nekiriye û got: "Min rîçala dirîreşkan, hejîr û şîlanan çêkir. Tiştên li cem min tunebûn, çûm min ji nav ên cîranên xwe berhev kirin. Mesela fasûleyên min tunebûn, çûm min ji nav ê cînarê me berhev kir. Pêdiviya kê bi çi hebe, em didin hev. Em firingî, îsot û bacanan hişk dikin. Em zebzeyên xwe yên ku di payizê de berhev dikin dixin sarincê. Ev der zivistanan di bin berfê de dimîne. Em nikarin biçin cihekî alvêrê bikin. Em nikarin ji derve, ji marketan tiştan bikirin. Li vê herêmê her kes bi berên xwe amadekariyên zivistanê dike. Em bi xwe datînin û diçinînin û bi dilekî rhet dixwin."    ‘EM NAXWAZIN XWEZAYA ME BÊ TALANKIRIN'    Çetînkaya ku got "keda jinê di evana hemûyan de heye" destnîşan kir ku li herêmê wan xweza tê talankirin. Çetînkaya got: "Em jinên dersimî, talankirina xwezayê naxwazin. Demek berê xwestin li gundê me ocaxa keviran çêbikin. Lê belê ji ber ku me bertek nîşan da dev jê berdan. Heger texrîb bikin wê sibê gepek nan jî bi dest me nekeve. Cihên ku dixwazin talan bikin dihên bawerî çanda me ne. Em li van diyaran çêbûn, mezin bûn û djîn. Qethiyen em naxwazin xwezaya me bê talankirin. Bila dest jê berdin, em erdên xwe deynin û berên xwe berhev bikin."