Rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan 2020-10-06 11:06:34 AMED – Nûnerên rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanên li Wanê û serdegirtina buroya ajansa me dan û diyar kirin ku rojnamevên rastiya derdixin holê dibin armanc û banga piştevaniyê kirin.  Li Wanê polîsan vê sibehê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) û malên nûçegihanê wê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala de girtin. Polîsan her çar rojnamevan binçav kirin û dest danîn ser wênegir, kamera, materyalên dîjîtal.    Nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr avêtina ji helîkoptêrê ango êşkence bi helîkoptêrê ya Servet Tûrgût û Osman Şîban piştrast kiribûn û tê gotin ji ber vê yekê hatine binçavkirin.    Nûnerên rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî serdegirtina buroya ajansa me û binçavkirina rojnamevanan dan.    TGS: DIXWAZIN ROJNAMEVANAN TERORÎZE BIKIN    Nûnerê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) a Amedê Mahmût Oral: Binçavkirina rojnamevanan nayê qebûlkirin. Avêtina welatiyên ji helîkoptêrê wîjdan û dilê raya giştî êşandibû. Nûçeyên hatine çêkirin hemû rast in û ev rastî li ber çavan e. Zîhniyeta tehamûlî vê nekir, dîsa êrişî rojnamevanan kir. Heke bang li rojnamevanan were kirin ew dikarin biçin emniyetê îfade bidin. Lê li şûna vê yekê rojnamevanan terorîze dikin. Bi ser malên wan û buroya wan de digirin. Armanca vê binçavkirinê tirsandina rojnamevanan e. Em dibêjin demildest hevalên me rojnamevan berdin.    MGKP: DIXWAZIN ROJNAMEVANAN BÊDENG BIKIN    Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney: Binçavkirina van hevalên me rojnamevan ji ber ku nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê çêkirine. Medya îqtîdarê û siyasetmedarên wan hevalên rojnamevan kirin hedef û bi ser malên wan de hatiye girtin. Dixwazin rojnamevanên serê xwe li ber natewîne bitepisînin. Em her carê dibêjin pênûsa me bi wêrekî hatiye tûkirin, hevalên wê li cem civakê cih bigirin û nûçegihaniya gel bikin. Ji bo vê yekê jî tu zext nikare rastiya di tariyê de bihêle. Rojnamevanî ne sûc e. Em bang li hêzên demokratîk û hevpîşeyên me dikin ku piştevaniyê ji bo hevalên me bikin.    DFG: MEZOPOTAMYA RASTIYÊ DERXIST HOLÊ    Hevserokê Komeleya Dîcle Firat a Rojnamevanan (DFG) Serdar Altan: Îqtîdara dixwaze kirinên xwe veşêre ketiye pey tepisandina rojnamevanan. Dixwazin bi van rêbazan rojnamevanan bêdeng bikin. Buroya Ajansa Mezopotamya ya Wanê di demên dawî de nûçeyên girîng çêkirin û bi raya giştî re parve kir. Gelek rastiyên dihatin xwestin di tariyê de werin hiştin lê derxist holê û îmzeyên girîng avêtin bin nûçeyên girîng. Bêguman ev yek li zora îqtîdarê çû. Çend roj berê di daxuyaniyek çapemeniyê de xebatkarên Ajansa Mezopotamya bûbûn armanca polîsan û polîsan wan asteng kiribû. Her tim rojnamevanên muxalîf tên şopandin û tacîzkirin. Xebatên rojnamevaniya wan tên astengkirin. Êdî hewldanên astengiya wan jî karê nake, vê carê serî li rêbaza binçavkirina rojnamevanan didin û dixwazin cıvata rojnamevanan bitirsînin. Îqtîdar dixwaze rojnamevanan bixe bin kontrola xwe. Lê em vê yekê dubare dibêjin; ev hewldan beyhûde ne. Rojnamevanî ne pîşeyek were binçavkirin û hûn nikarin dester bikin. Rojnamevan ne karmendên îqtîdarê ne. Ji ber vê yekê em dibêjin demildest hevalên me yên li Wanê hatine binçavkirin berdin.    DGF’Ê BINÇAVKIRINÊ ŞERMEZAR KIR    Her wiha DGF’ê têkildarî binçavkirina rojnamevanan û serdegirtina buroya MA’yê daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî binçavkirinan da. DGF’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê rojnamevan demildest werin berdan.