Polisan li Stenbolê gelek ESP ve SGDF'iyan binçav kir 2020-10-07 07:54:28   STENBOL – Polisan li ser Stenbolê bi ser malên ESP ve SGDF'iyan de girt û Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û Hevserokê SDGF’ê Alve Ozkîraz jî di nav de gelek kesan binçav kir.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat meşandin, polisan li stenbolê li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) operasyon pêk anî û bi ser malan de girtin. Di sergirtinan de polisan Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û Hevserokê SDGF’ê Alve Ozkîraz jî di nav de gelek kesan binçav kir.   Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Hevserokê SDGF’ê Alve Ozkîraz, endamên ESP’ê Huseyîn Îldan, Çinar Altan, Omer Sînan, Hidir Yilmaz, Emrah Topaloglû, Zeynep Gerçek, Îbrahîm Gerçek, endamên SGDF’ê Ela Denîz Albayrak, Ozge Dogan, Nazli Yoyler, nûçegîhanê ETHA’yê Pinar Gayip, endama PM'a HDP'ê Helîn Yilmaz.   Hat hînbûn ku polisan kesên binçav kirine birine Miduriyeta Polisan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê.