Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana... 2020-10-07 09:17:14 STENBOL - Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê ji ber "Nexşerêya" ku Ocalan berpêşî DMME'yê kiribû hevdîtina parêzeran heya 6 mehan qedexe kiribû. Parêzer Hasîp Kaplan, diyar kir ku "Nexşerê" gelek pêşniyarên çareseriyê di xwe de dihewîne û biryara hatiye dayîn hem dijî hiqûqa navxweyî hem jî dijî ya navneteweyî ye.  Dadgeha Înfazê ya 2'yan a Bûrsayê di 23'yê Îlonê de hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ne qedexe kiribû. Dadgeriyê ji ber "Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009'an de wekî ebrdewamiya parêznameya xwe berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû ev ceza biriye. Parlementerê HDP'ê yê berê û parêzer Hsaîp Kaplan û Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî bertek nîşanî biryara dadgeriyê û hinceta wê dan.    KAPLAN: DIJÎ HIQÛQÊ YE    Kaplan, anî ziman ku ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha Ocalan bi awayekî sîstematîk tê tecrîdkirin û bi polîtîkayên îzolasyonê re rû bi rû ye. Kaplan, bilêv kir ku ev yek hem li dijî hiqûqa navxweyî hem jî peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmzeya xwe daniye binî wan. Kaplan, biryarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê CPT) û bryarên DMME'yê yên di warê binpêkirinan de bibîr xist û got: "Di sala 1999 û 2004'an de me serî li DMME'yê dabû. Daîreya 2'yan a DMME'yê di biryarên xwe de diyar kiribû ku hem mafê parastinê yê Birêz Ocalan hem jî yên parzerên wî tên sînordarkirin. Hevdîtinên bi malbat û parêzera carinan bi mehan, carinan jî bi salan hatin astengkirin. Qedexeya niha ya ji bo 6 mehan jî hem dijî hiqûqê ye hem jî biryareke siyasî ye. Her wiha wekî hincet jî Nexşerê nîşan dane. Ev jî dijî hiqûqê ye. Heger li DMME'yê dozeke serlêdana şexsî hebe, helbet wê mafê xweparastinê jî hebe."    'HEGER NEXŞERÊ PÊK BIHATANA...'    Kaplan, destnîşan kir ku di naveroka "Nexşerê"yê de pêşniyarên ji bo agirbest, vekişîna derveyî sînor, gavên demokratîk, naskirina nasnameya kurdan, naskirina mafên çandî û pêşîvekirina siyaseta demokratîk hebûn û got, Mutabaqata Dolmabahçeyê jî di wesfê "Nexşerê"yê de bû. Kaplan, diyar kir ku heger Tirkiye "Nexşerê" esas bigirtina wê îro li derveyî welêt bi tenê nemana û wê ev qas şer çênebûne, wê aştî çêbûbûna, edalet pêk bihatana, wê demokrasî hebûna û wê rewşa aborî baş bûna. Kaplan got: "Wê Tirkiye di nava 10 welatên herî pêşketî yên cîhanê de cih bigirtana. Lê mixabin berevajî vê kir. Tu vîneke çareseriyê ya AKP'ê tuneye. Heger hebûna wê piştî daxuyaniya li Dolmabahçeyê vîneke xurt bidana der. Û heger bi wê vîna xurt wekî Nexşerêyê xwe bidana ber çareseriyê, wê rewşa Tirkiyeyê pir baş bûbûna. Wê trîlyonên xwe berteref nekirina û wê aştî çêbûbûna. Her wiha wê di warê Yekîtiya ewropayê de jî bi pêş ve biçûna."    GERGERLÎOGLÛ: PÊŞÎ LI BER AŞTIYÊ TÊ GIRTIN    Parlementerê HDP'î Omer Farûk gergerlîoglû jî destnîşan kir ku pirsgirêka kurd demildest divê bi awayekî aştiyane û li got mafên mirovan bê çareserkirin. Gergerlîoglû got: "Li vî welatî pêvajoyeke aştiyê hat ceribandin. Belkî ji ber hin sedeman nehatbirêvebirin, lê teqez divê pêşî li ber çareserî, lhevkirin, aştî û hevdîtinan bê vekirin. Ji bo vê jî hevdîtinên bi Îmraliyê re pir girîng in. Astengkirina hevdîtina parêzeran jî bi awayekî aşkere nîşan dide ku pêşî li ber aştiyê tê girtin. Mafê hiqûqnasên ê ji bo hevdîtinê heye, lê belê tê dîtin ku gelek caran bi hincetên wekî keştî xirabe ye tên astengkirin. Halbûkî teqez divê pêşî li ber rêya aştiyê bê vekirin."    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku ji bo pirgsirêka kurd ji xeynî çareseriyeke aştiyane, insanî, wijdanî û exlaqî tu rê tuneye û got: "Ji bo vê jî pêşîlêgirtina hevdîtinên bi Îmraliyê re nayê qebûlkirin. Tirkiye di warî de wextê xwe berteref dike. Pêvajoyeke aştiyê çêbû. 2 sal û nîvan dewam kir. Û niha 5 sal in cardin şer didome. Kesên der barê meseleya kurd de diaxivin, kesên behsa azadî, maf û hiqûqê dikin tên girtin. Ehlên aştiyê bal dikişînin ser çaresereriyê. Divê hevdîtinên parêzeran neyêna stengkirin. Astengkirina hevdîtinan bêwate ye. Bi saya hevdîtinên parêzeran dibe ku rêya li ber aştiyê vebe."    Gergerlîoglû, anî ziman ku hinceta ji bo qedexeyê wekî "hewldaneke astengkirina rêya çareseriyê nirxand" û got: "Li kolombiya, Îrlanda, Fîlîpîn û Afrîkaya Başûr rêya çareseriyê hat peydakirin. Dibe ku pirsgirêk hebin, lê gava rê li ber aştiyê bê vekirin divê pêşî lê neyê girtin. Axirê Abdullah Ocalan jî fanî ye. Heger wefat bike, a rast dibe ku ev şens ji destan biçin. Qet nebe divê ev tişt bên nirxandin. Pêşî vekirina li ber aştiyê pir girîng e. Heger aştî çêbibe wê tevahiya Tirkiyeyê aram û dilxweş bibe. A rast tişt tê kirin astengkirina feraseta ji bo aştiyê ye. Tu pêkanînên bi darê zorê tiştekî bi dest naxin. Bereksê wê bêtir dibin sedema krîmînalîzekirinê û jidestçûyîna keysan."    MA / Îdrîs Sayilgan