Şahidê mirina li ser sînor vegot 2020-10-07 11:42:40 WAN – Biraziyê Şefîk Baga (50) ku duh li navçeya Ebexê li ser sînor bi guleya leşkerên Îranê hatibû kuştin Hakki Baga, diyar kir ku leşkerên Îranê ku gule li apê wî reşandine, heta jiyana xwe ji dest daye jî li ser serê wî sekinîne û leşkerên tirkî li gel ku bûyerê dîtine jî mudaxale nekirine.    Di 5’ê cotmehê de li gundê Çiliya Jorîn ê navçeya Ebexê ya Wanê ku li ser sînorê di navbera Îran û bakurê Kurdistanê de ye, Şefîk Baga (50) ku bi bazirganiya sînor re mijûl dibe, bi guleya leşkerên Îranê hatibû kuştin. Kurê Baga Azad Baga jî di 16’ê tîrmehê de dema ku sewal çêrandibû ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû birîndarkirin.    DEMA GULE LI REŞANDINE LI CEM BÛYE   Biraziyê Baga Hakki Baga ku dema apê wî jiyana xwe ji dest daye li balê bûye, şahidiya xwe ya bûyerê vegot. Hakki Baga, diyar kir ku şeva bûyer pêk hatiye sînor derbas kirine û derbasî Îranê bûne û wiha got: “Dema vegerê ku ji sînor mabû 200 metre, leşkerên Îranê gule bi ser me de reşandin. Piştî gule reşandinê apê min birîndar bû. Ji bo parastinê min jî xwe veşart. Piştî demekê dema ku çûm apê xwe bigirim, gule di ser min de reşandin. Hespê min kuştin. Leşkerên Îranê ku gule berî apê min dan, heta jiyana xwe ji dest da jî li ser serê wî sekinîn. Li gel ku leşkerên tirk bûyerên dîtin jî dengê xwe nekirin. Piştre min agahî da gundiyan, hatin cenazeyê apê in girtin. Kar tuneye, em jî ji neçarî bazirganiya ser sînor dikin. Em li pey mirinê diçin. Gundê me bi mirinê re têdikoşe.”   ‘LI ROJAVA NÎJAPDERESTÎ LI VIR JÎ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ’   Yahya Baykara ku apê wî Îbrahîm Baykara (46) di 3’ê tebaxê de li heman gundî ji aliyê leşkeran ve hat kuştin jî destnîşan kir ku ji ber ku derfetên kar tunene, ji neçarî bazirganiyan sînor dikin û wiha got: “Dema em bazirganiya sînor dikin ji aliyê leşekran ve tên kuştin. Dema ku em diçin aliyê rojavayê Tirkiyeyê jî bi êrîşên nîjadperestî re rûbirû dimînin. Ya em ê ji birçîna bimirim an jî em ê wiha bimirin. Apê min Baykara û xalê min Baga ji ber vê yekê mirin. Îran û Tirkiye ji ber van kuştinan hevdû sûcdar dikin lê em dimirin. Agahiya herkesî ji van mirinan heye. Li ser sînor qereqola Tirkiyeyê heye. Leşkerên tirk dikaribûn alîkarî bikin lê tenê temaşe kirin. Apê min Baykara jî leşekerên tirk kuştibûn. Li aliyê rojava êrîşên nîjadperestî li vir jî êrîşên çekdarî, em çi bikin?”   MA / Bariş Donmez