Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend 2020-10-07 12:32:33   AMED - Şaredariya Sûrê ku budçeya wê nemaye, 8 milyon TL deyn ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê stendiye.    Qeyûmê ewil Bîlal Ozkan ku tayinî Şaredariya Sûrê hatibû kirin, budçeya 2020'an a şaredariyê qedandiye. Ji ber vê şaredariyê niakribû heqê wesayîtên stendibûn bide, lewma 8 milyon TL deyn ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê stendiye. Şaredariyê bi şertê ku dê pereyê bi deyn ji Bankeya Îllerê bistîne pere ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê stendiye.    8 MILYON TL    Şaredariya Sûrê, ji bo deynê wesayîtên stendiye bide bi deyn pere ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwestiye. Piştî Meclîsa Şaredariya Sûrê ev yek qebûl kiriye, Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di civîna xwe de ev yek nîqaş kiriye. Di civîna 4'ê Îlonê de biryar hatiye girtin ku bi şertê ku Şaredariya pereyê ji Bankeya Îllerê bistîne û bide Şaredariay Bajarê Mezin a Amedê 8 milyon TL hatiye dayîn.    QEYÛMÊ ŞAREDARIYA SÛRÊ    Cara ewilî di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayinî Şaredariya Sûrê hatibû kirin. Qeymeqamê navçeyê Bîlal Ozkan tayinî şaredariyê hatibû kirin û piştî di hilbijartina giştî ya 2018'an de bûbû namzetê AKP'ê Abdullah Çîftçî tayinî şaredariyê hatibû kirin. Lê belê di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê cardin şaredarî bi dest xistibû. Di 20'ê Kanûna 2019'an de cardin qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin û cardin Qeymeqam Abdullah Çîftçî tayinî şaredariyê hatibû kirin.