Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine 2020-10-07 14:45:21   STENBOL – Medenî Çeken diyar kir ku polîsan li Şaxa TEM’ê gef lê xwarine û sîxûriyê lê ferz kirine.    Welatiyê bi navê Medenî Çeken ê diyar kir ku li Şaxa Miduriyeta Polîsan a Dij Terorê (TEM) a Navçeya Kartala Stenbolê polîsan gef lê xwariye û sîxûriye lê ferz kirine. Çeken ji ber vê yekê serî li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê da û daxuyanî da. Rêveberên ÎHD, HDP, ANYAKAY-DER û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    GEF Û SÎXÛRÎ FERZ KIRIN    Çeken diyar kir ku lawê wî Bûrak Çeken di 14’ê Cotmeha 2019’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yekê polîs lê geriyane û jê xwestine biçe qereqolê. Çeken got ew çûye qereqolê û derbarê lawê wî de pirs jê kirine û agahî jê wergirtine. Çeken anî ziman ku polîsan jê xwestiye ji bo wan bibe alîkar û lêferzkirina alîkariyê red kiriye. Çeken diyar kir ku pişt re polîsan sîxûriya ji bo nav HDP’ê bike lê ferz kirine û gefên kuştinê lê xwarine. Çeken got polîs hêj bi telefonê lê digerin û gefan lê dixwin.