Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e 2020-10-07 15:01:55   ENQERE – Dadgeha Destûra Bingehîn, serlêdana CHP’ê yê ji bo betalkirina sererastkirina înfazê red kir û parast ku wesfê sererastkirinê ya   ‘Efûya taybet’ tuneye. Serokê AYM’ê Zuhtu Aslan jî di nav de 7 endamên AYM’ê diyar kirin ku wesfa sererastkirinê ‘Efûya taybet’ heye û dengê dijber bikaranîn.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdana CHP’ê yê ji bo betalkirina sererastkirina înfazê ku di 17’ê tîrmehê de hatibû kirin, nirxandibû û biryara redkirinê dabû. AYM’ê hinceta biryara xwe ya redkirinê ya serlêdana CHP’ê aşkera kir. AYM’ê ragihand ku wesfê sererastkirinê ya ‘Efûya taybet’ tuneye û ji ber vê yekê serlêdanê red kiriye.   Serokê AYM’ê Zuhtu Aslan û endamên AYM’ê Hasan Tahsîn Gokcan, Engîn Yildirim, Hîcabî Dûrsûn, Celal Mumtaz Akinci, M. Emîn Kûz û Yûsûf Şevkî Hakyemez, diyar kirin ku wesfa sererastkirinê ‘Efûya taybet’ heye û dengê dijber bikaranîn. Serok û endamên AYM’ê ji ber vê sedemê li dijî redkirina serlêdanê derketin û xwestin ku sererastkirinê bê betalkirin.