Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest 2020-10-07 15:10:31   MEREŞ – Mduriyeta Girtîgeha Elbistanê, agahdarname ji vasiyê girtiyê efrînî Mûhammed Emîr ku beriya niha ragihandibû li goristana bêkesan hatiye veşartin re şand û xwest ku cenazeyê wî di nav 3 rojan de ji ATK’a Stenbolê bê girtin.    Girtiyê bi navê Mûhammed Emîr ê ji Efrînê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê girtibû, di 2’ê cotmehê de ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî rakiribûn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Li gel ku malbata Emîr xwestibû ku cenazeyê kurê wan radestî wan bê kirin jî hatibû ragihandin ku cenazeyê Emîr li Stenbolê li goristana bêkasan hatiye veşartin û daxwaza malbatê hatibûn redkirin. Lê derket holê ku cenazeyê Emîr hê jî nehatiye veşartin û li ATK’a Stenbolê ye.    Rêveberiya girtîgehê duh ji vasiyê Emîr, Bekir Kaya re agahdarname şand û xwest ku cenazeyê Emîr di nav 3 rojan de ji ATK’ê bê girtin. Her wiha di teblîgatê de hatiye diyarkirin ku heke cenazeyê Emîr neyê girtin dê li goristana bêkesan bê veşartin.     AGAHIYÊN HEVNEGIRTÎ   Komîsyona Girtîgehan  a Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi ser parlamenteran re ji Girtîgeha Elbistanê hîn kiribû ku cenazeyê Emîr roja 4’ê cotmehê saet di 16.30’an de ji ATK’a Stenbolê hatiye girtin û li goristana bêkasan hatiye veşartin.