Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin 2020-10-07 16:03:00   AMED – Mala Artêşê (Ordu Evî) ya li Deriyê Çiyê ya Amedê ku demek wek biryargeha JÎTEM’ê bû û bûyerên failên nediyar li wir dihatin kirin tê hilweşandin. Tê îdiakirin ku gora Şêx Seîd jî li ber wê avahiyê ye.    Mala Artêşê (Ordu Evî) ya ku serdemekê di destê JÎTEM’ê de bû tê hilweşandin. Mala Artêşê li Meydana Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) ye. 13 qaten wê hene û bi salan e tu karûbar li vê avahiyê nayê kirin. Avahî ya ku bala her kesî dikişîne di çarçovaya biryara Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê de tê xerakirin. Ev avahî di sala 1970’î de hatiye avakirin û di dema xwe de avahiya herî bilind a Amedê bû. Tê gotin dê şûna vê avahiyê bi ser Meydana Şêx Seîd ve were berdan.    Hilweşandina avahiyê îro dest pê kir û rêyên di ber avahiyê de diçin ji çûnehatê re hatin girtin.    GORA ŞÊX SEÎD    Rêberê raperîna kurd a 1925’an Şêx Seîd û hevalên xwe li Meydana Deriyê Çiyê hatibûn darvekirin. Tê îdiakirin ku gora Şêx Seîd li ber Mala Artêşê hatiye veşartin.    Her wiha tê gotin gelek cînayetên di salên 90’î de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin kirin li vê avahiyê pêk dihatin.