Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin 2020-10-07 17:02:20   ENQERE – Îttîraza ku ji bo Hevseroka Berê ya DBP’ê Emîne Ayna ku bi hinceta serhildanên Kobanê hatibû girtn, hatibû kirin, bi bayê bezê hat redkirin. Parêzerê Ayna, Mehmet Emîn Aktar, bi gotina “ji vê re edalet xiza ronahiyê tê gotin” bertek nîşanî redkirinê da.   Îttîraza ku ji bo Hevseroka Berê ya DBP’ê Emîne Ayna ku bi hinceta serhildanên Kobanê di çaroveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatibû destpêkirin de di 2’ê cotmehê de hatibû girtin, hatibû kirin, bi bayê bezê hat redkirin. Parêzerê Ayna, Mehmet Emîn Aktar, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi gotina “ji vê re edalet xiza ronahiyê tê gotin” bertek nîşanî redkirinê da.”