Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e 2020-10-08 09:03:51 AMED - Nivîskar Celal Temel diyar kir ku heya kurd nebin yek wê nikaribin pêş bikevin û got: "Tirkiye, car carinan xwe nêzî hin komên kurd dike û xwe dûrî hinan dike, lê di asasê xwe de li dijî hemûyan e."  Nivîskar Celal Temel, geşedanên li Rojhilata Navîn, xebatên der barê yekîtiya neteweyî de yên partiyên kurd û operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Feder û Rojavayê nirxandin.    ROJAVA BÛ HÊVΠ   Temel, destnîşan kir ku piştî serketina li Kobaniyê nasnameya kurd li seranserê cîhanê olan vedaye û got, her wiha piştî vê perçeyê herî biçûk ê Kurdistanê Rojava bandoreke mezin li perçeyên din ên Kurdistanê Kurdistanê kiriye. Temel got: "Perçeyê biçûk ji bo perçeyên mezin bûye hêvî."    ‘BANGAWAZIYÊN JI BO YEKÎTIYÊ GIRÎNG IN'    Temel, bal kişand ser girîngiya bangawaziyên partiyên siyasî yên kurd ên ji bo yekîtiyê jî û got: "Heya yekîtiya neteweyî pêk neyê, wê kurd nikaribin pêş bikevin. Helbet bangawaziyên ji bo yekîtiyê girîng in, lê belê bangawazî berbiçav nabin û di asta dirûşmeyan de dimînin. Ji ber ku her kes dibêje 'ez mafdar im' û xwe rexne nakin pêngavên tên avêtin nîvco dimînin."    ‘ROJAVA DIVÊ MÎNAK BÊ GIRTIN'    Temel, diyar kir ku divê partiyên kurd pêşî li perçeyên ku lê ne û dû re li perçeyên din tevî hemû partiyan tev bigerin û got: "Ji serê sibê heya êvarî kurdên Bakur û yên Başûr dikevin qirika hev. Ev yek astengiyeke mezin e li pêşiya yekîtiyê. Lê belê ligel ev qas tiştî jî yekîtiya PYD-ENKS'ê ya li Rojava girîng e û divê ev yekît xirab nebe. Divê ev xebata ji bo yekîtiyê ya li Rojavayê mînak bê girtin."    ‘ÊRÎŞ LI SER HEBÛNA KURDAN E'    Her wiha Temel, bal kiîand ser operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe û Rojavayê jî û got, helwesta vê polîtîkayê, "helwest tirkan a li hemberî hebûna kurda ye." Temel, destnîşan kir ku ev êrîş di demên dawî de bi xebatên yekîtiyê re zêde bûne û got: "Dibe ku armanca van êrîşan wekî astengkirina yekîtiyê bixuyê, lê belê xebatên yekîtiyê tunebin jî destekftiyên kurdan Tirkiyeyê nerihet dike û ji bo van destkeftiyan ji holê rake êrîşan dide destpêkirin. Tirkiye wekî taktîk, car carinan xwe nêzî hin komên kurd dike û xwe dûrî hinan dike, lê di asasê xwe de li dijî hemûyan e."     ‘KURD HÊZEKE MEZIN IN'    Temel, destnîşan kir ku di dîrokê de dewletên dagirker li dijî kurdan gelek tifaq çêkirine û lewma bi hev re êrîşê dibin ser tifaqa kurdan. Temel got: "Wê yekîtiyeke bihêz a kurdan planên wan pûç bikin û nikare be êrîşan bide sekinandin jî wê wan bitengijîne. Kurd, di warê çekdarî ne bihêz bin jî lê belê li Rojhilata Navîn bi hebûna xwe hêzeke mezin in. Kurd mafdar in û bala raya giştî ya cîhanê dikişînin."    MA / Ergîn Çaglar