Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere 2020-10-08 09:04:34 STENBOL – Endama Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Rûkiye Eker Omeroglû, diyar kir ku her diçe şewba Covîd-19'ê zêdetir dibe û bang li Wezareta Tenduristiyê kir di warê rêvebirina Covîd-19'ê de bi awayekî aşkere û zelal tev bigere û got: "Hin tevdîrên destpêkê hatibûn girtin, divê cardin bên girtin."  Li Tirkiyeyê her diçe hejmara pêketiyên şewba Covîd-19'ê zêde dibin û her wiha hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin. Endama Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Rûkiye Eker Omeroglû, rewşa şewbê û hedefgirtina Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) nirxand.    ‘WÊ ZÊDETIR BIBE'    Omeroglû, anî ziman ku ew odeyên bijîşkan ji roja berê de dibêjin pêşî li şewbê nehatiye girtin û got: "Me ji destpêkê ve digot hejmara pêketiyan ên tên dayîn deq qatî bifikirin. Lê belê di encama labortûvarên 10'ê Îlonê de 29 hezar û 370 pêketî çêbûn. Lê belê di tabloya turkûazî de hezar û 512 hat nîşandan. Berê me digot deh qarî bihesibînin, lê em niha dibêjin 20 qatî bihesibînin. Heman tişt ji bo hejmara miriyan jî werê ye. Niha li Tirkiyeyê şewb pir zû belav dibe. Heger dibistan bên vekirin wê hejmara pêketiyan zêdetir bibe."    Omeroglû, anî ziman ku ji roja roj de şewb bi awayekî zelal nayê birêvebirin û got, belgeya ku di 10'ê Îlonê de derket holê delîla vê yekê ye. Omeroglû, bibîr xist ku piştî belgeyê endamên desteya zanistê jî li xwe mikur hatine û got: "Gotin der barê Stenbolê de li ber destê wan agahiyên zelal tunene. Nexweş li nexweşxaneyên pandemiyê yên nû tên şopandin. Ji ber ku di bin destê wezaretê de ne hejmarên rats ji me re nayên. Dibe ku di warê hejmaran de em nikaribin tiştekî tam zelal bibêjin, lê belê li Tirkiyeyê hejmara herî zêde ya pêketiyan li vê derê ye."    Her wiha Omeroglû, bal kişand ser zextên li TTB'ê tên xwrain û got: "Her hal de kesên îqtidarê bi rê ve dibin pêdiviya wan bi kesên têkoşer û fedakar tuneye. Pêdiviya wan bi kesên serî li ber wan ditewînin heye."    Omeroglû, ji bo cardin pêşî li ber şewbê bê girtin hin pêşniyar kirin û got, beriya her tiştî divê wezaret zelal be. Omeroglû, bilêv kir ku gava wezaret zelal wê ev yek bi kêrî welatiyan bê û got, hin tevdîrên destpêkê hatibû girtin divê cardin bên girtin. Her wiha Omeroglû anî ziman ku ji bo nebikarînan maskeyan divê ceza bên birîn û got: "Lê beriya her tiştî divê dewlet maskeyan bide mirovan. Kesên bi meaşê kêm dixebitin nikarin maskeyan bikirin. Her wiha divê li mizgeftan jî di warê paaqijiyê û bikaranîna maskeyan de weaz bên dayîn."