Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e 2020-10-08 12:15:24   WAN – Derket holê ku dozgerê ku derbarê bûyera her du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin lêpirsîn daye destpêkirin û dozgerê lêpirsîn derbarê rojnamevanan de daye destpêkirin heman dozger e.       Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de eskeran Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribûn. Pişt re li nexweşaneyê derket holê ku her du welatî ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Tûrgût li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Osman Şîban jî hêj tê dermankirin. Dozgeriya Wanê derbarê wan eskerên bûyer pêk anîne lêpirsîn da destpêkirin. Derket holê ku dozgerê lêpirsîna bûyerê daye destpêkirin û dozgerê ku derbarê rojnamevanan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr yên bûyer piştrast kirin, Şehrîban Abî, Nazan Sala, Fehîm Çetîner û Şukran Erdem de lêpirsîn birêve biriye heman dozger in. Hat zanîn ku Dozgerê Komarê yê Wanê Îsmaîl Koker e.    Vî dozgerî derbarê wan eskerên bûyer pêk anîne de bi hêcetên “Hewldana kuştina bi qestî” û “îşkence” lêpirsîn hat destpêkirin.    Her wiha heman dozger fermana binçavkirina rojnamevanan û serdegirtina Ofîsa Ajansa Mezopotamya (MA) ya Wanê de dabû û polîsan amûrên teknîkî yên rojnamevanan jî dester kir.    Derbarê belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mîkaîl Tunçdemîr de jî biryara binçavkirinê hebû. Lê ji ber ku Tunçdemîr bi koronayê ketiye biryara binçavkirinê ji ser hat rakirin.    Dozger Îsmaîl Koker têkildarî lêpirsîna rojnamevanan biryara “nepeniyê” danî ser dosyeyê û dema binçavkirina wan 4 rojên din jî dirêj kiriye.