Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye 2020-10-08 12:35:13   EQNERE – Parêzerê Mehmet Emîn Aktar, îttîraza ku ji bo muwekîla xwe Emîne Ayna kiribû û di heman rojê de hatibû redkirin nirxandin û ev tişt got: “Dadgeriya Cezaya Silhê ku tişta dixwaze dike, li dosyayê nanire, lekolîn nake û weke peywireke rûtîn tevdigere heye.”   Hevseroka Giştî ya Berê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Emîna Ayna, di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de di 2’ê cotmehê de hat girtin. Parêzerê Ayna Mehmet Emîn Aktar, duh girtina muwekîla xwe îttîraz kir. Lê îttîraza Aktar bi bayê beze di nav 2 deqeyan de hat redkirin.    Parêzerê Mehmet Emîn Aktar ku bi gotina “ji vê re edaleta xiza ronahiyê tê gotin” bertek nîşanî redkirina serlêdana xwe ya îttîrazê dabû, biryarê redkirinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. Aktar, diyar kir ku dozgerê dema girtinê gotinan girtiye lêpirsîn nayê zanîn û dadgehê daxwaza girtinê ya hatiye ber esas girtiye û biryara daye.    LI DOSYAYÊ NANIRÊN Û LÊKOLÎN NAKIN   Aktar, da zanîn ku redkirina îttîraza wî li gorî prosedûrên hiqûqî pêk nehatiye û wiha got: “Dadgeriya Cezayê ya Silhê, peywira sînordarkirina azadiyan girtiye ser xwe. Xwe berpirsyarê vê peywirdarê dibîne. Van kesên li van dadgeriyan divêqê bi taybetî tên hilbijartin. Li hemberî me Dadgeriya Cezaya Silhê ku tişta dixwaze dike, li dosyayê nanire, lekolîn nake û weke peywireke rûtîn tevdigere heye.”   ‘ÊDÎ EWLEHIYA KESÎ NEMAYE’   Aktar, destnîşan kir ku lêpirsînên mîna “Lêpirsîna Kobanê” ji lêpirsînê derketine û ev tişt anî ziman: “Edî fikara birêvebirina lêpirsîna sûc tuneye. Yanî fikara ku sûc pêk hatiye ez vî sûcî ronî bikim tuneye. Divê mirov meleseleyê deyne cihekî din. Ev operasyonên siyasî ne. Daraz jî bûye amûra birevebirina van operasyonan. Êdî ewlehiya tu kesî nemaye. Operasyonê li hemberî kî pêk bînin, wê di her şert û mercî de bigirin. Em bi rewşeke wiha re rûbirû ne.    DÊ SERÎ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN BIDIN    Herî dawî Aktar, bi lêv kir ku mafê azadiyê yê Emîne Ayna hatiye sînordakirin û mafê “azadî û ewlehiya kes” hatiye binpêkirin û li hemberî vê yekê dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.