Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn 2020-10-08 12:41:43   EDENE -  Salih Şimşek ê li Girtîgeha Elbîstanê ya ku girtî Mûhammed Emîr ê ji Efrînê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da dimîne, diyar kir ku daxwaza testa wan a duyemîn hatiye redkirin û got: “Êş û jan cîdî yên girtiyan hene.”   Girtiyê ji Efrînê Mûhammed Emîr (57) ê di Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstan Mereşê de bû, di 2’yê Cotmehê de ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da bû. Salih Şîmşek ê di heman girtîgehê de dimîne, di hevdîtina telefonê ya heftane de derbarê rewşa tenduristiya girtiyan de agahî da.    TESTA GIRTIYAN POZÎTÎF E    Şîmşek, diyar kir ku li girtîgehê berî 2 heftiya testa 28 girtiyan pozîtîf derket û ev agahî dan: “Heya 15 rojan em kirin karantînayê. Di karantînayê de tedawiya derman ji bo me nehat kirin. Girtiyên ku rewşa wan giran jî bû, di wê pêvajoyê de rakirin nexweşxanê. Di heman demê de girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk heyîn jî, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû ne. Em xwest testa me ya duyemîn bê kirin. Lê ev daxwaza me hat redkirin. Niha hevalên me pirsgirêkên cîdî yên bêhntengiyê tansiyonê, ser êşandin û sing êşandinê dijîn. Hinek hevalên me jî xwînê dikuxin. Li gorî rojên ewil niha rewşa me başe. Tedawiya dermanan dewam dike. Dîsa sewqên ji bo nexweşxaneyê jî tên kirin.”   MUHAMMED EMÎR   Şîmşek, derbarê hevalê xwe Mûhammed Emîr ê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da jî wiha got: “Em hemû bi koronayê ketin. Rewşa Mûhammed Emîr giran bû. Di rojekê de 3 caran rakirin nexweşxanê. Di çûyîna xwe ya ewil de bijîşk jê re got, ‘tu bi zekemê ketî’ û paşve şand girtîgehê. Êşê li ser û singa wî dixist. Li Revîrê  li singê wî mêze kirin. Cardin rakirin nexweşxanê. Herî dawî rewşa wî giran bû û cara sêyemîn rakirin nexweşxanê. Çi dema ku me rewşa wî ji peywirdaran dipirsî, her tim digotin, ‘rewşa wî başe.’ Piştî çend rojan, hatin ji me re gotin, ‘hevalê we ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da ye.’”