Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû 2020-10-08 13:02:14   WAN – Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, di doza ku têde dihat darizandin de biryara berdewama girtina wê hatin dayîn.    Danişîna sêyemîn a doza Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Yildiz, ji girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.    Bi hinceta vîrûsa koronayê ji bilî parêzeran destûr nehat dayîn ku tu kes tevlî danişînê bibe. Ji ber vê sedemê Hevşaredara Berê ya Erdîşê Dîba Keskîn, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Erdîşê Sarya Bîlîcî û endamên Meclisa Şaredariya Erdîşê li derve man û nikaribûn bikevin eywana danişînê.   Yildiz, di parastina xwe de da zanîn ku xebatên xwe bi hevserokatiya pê tê sûcdarkirin, kiriye. Piştî parastinê, biryara berdewama girtina Yildiz hat dayîn û danişîn taloqî 24’ê kanûnê hat kirin.