Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin 2020-10-08 14:20:08   MÊRDÎN – Parlamenter Omer Ocalan li Mêrdînê di panelê de têkildarî salvegera 22’yemîn a derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê axivî û got: “Ev komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin. Em dikarin berxwedanê bi hev re ava bikin.”     Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê têkildarî salvegera 22’yemîn a komploya navnetewî ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin panel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Fahretttîn Dûrmaz wek axaftan beşdar bûn. Hevserokê Rêxistina HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday moderatoriya panelê kir. Ewilî parlementer Omer Ocalan axivî.    'GEL BERXWEDANÊ BIJARTIYE’    Omer Ocalan bi bîr xist beriya Rêberê PKK’ê Ocalan ji Sûriyê were derxistin bi êrişan re rûbirû ma û got: “Di encama komploya navnetewî de birêz Ocalan hat tecrîdkirin. Têkoşîna li dijî tecrîdê were birêvebirin gelek grîng e. Di şexsê birêz Ocalan de li dijî kurdan bûne yek. Gelê kurd ji serdema Osmaniyan ve di nava berxwedanê de ne. Ji wê berxwedanê ve du tişt neguherîne. Berxwedana gel û sepandina tecrîdê. Divê meriv niha li komployê baş binêre. Niha li ser birêz Ocalan tecrîdek girankirî heye. Ev tecrîd li ser tevahiya girtîgehan belav bûye û her wiha li ser gel belav bûye. Li hepsan her roj îşkence heye.”    'DERDÊ TIRKIYÊ ÇAR PARÇE NE’    Ocalan anî ziman ku her roja ku diçe komplo tê teşhîrkirin û têkoşîna lid ijî komployê jî grîng e. Ocalan got heta siyaseta kolanan nebe dê tecrîd bi dawî nebe û heta berxwedan nebe wê dewlet jî paş ve gav neavêje. Ocalan da zanîn ku divê li dijî tecrîdê têkoşînek nû were lipêşxistin. Ocalan qala derxistina Ocalan a ji Sûriyê kir û got: “Îro jî rayedarên Tirkiyê hêj nizanin Ocalan çima radestî wan hatiye kirin.”   Omer Ocalan anî ziman ku tevahiya Tirkiyê di bin tecrîdê de ye û îro kî radibe û devê xwe vedike bi sûcdariya PKK’ê însanan binçav dikin û digirin û got: “Em dizanin dewlet dixwaze çi bike. Derdê Tirkiyê îro çar parçeyên Kurdistanê ne. Dixwazin li ser kurdan tecrîdek girankirî çê bikin. Heta tecrîd neyê bi dawîkirin wê ne siyasetmedar, ne rojnamevan û ne jî welatiyên li kuçeyan azad bibin. Divê tecrîd were beralîkirin.”   'EM BIBIN YEK WÊ TECRÎD JÎ TÊK HERE’    Ocalan destnîşan kir ku yek ji rêyên herî girîng ku tecrîdê bi dawî bike Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan e û got: “Heke em bibin yek em ê li her qadê bi hêz bibin. Heke gelê kurd bibe yek wê tevahiya gelan bibe yek. Çimkî îro em li ser vê axê bi hev re dijîn. Îro komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin û em berxwedanê jî bi yekîtiyê dikarin ava bikin. Divê her kes di ferqa tecrîda girankirî ya sîstematîk de be û divê em li gorî wê gavan baivêjin.”    'DIVÊ HER KES TECRÎDÊ LI SER XWE BIBÎNE’    Pişt re Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Fahrettîn Dûrmaz jî axivî û bi bîr xist ku nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya li dijî gelê kurd e û divê ciwan rol û mîsyona xwe bileyîzin. Dûrmaz got her cûre sepanên li ser civakê bi tecrîdê re bêtir berfireh bûne û divê her kes tecrîdê li ser xwe bibîne. Dûrmaz got kes ji vê tecrîdê ne bêpar e û her kes para xwe digire.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.