Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû 2020-10-08 15:00:18   WAN – Biryara sînordarkirina parêzeran a li ser 4 rojnameger û 2 belavkarên rojnameyan ku di li Miduriyeta Emniyetê ya Wanê di bin çavan de ne, rabû.    Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhanên Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala, belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara berê ya rojnameyê Şukran Erdem k udi 6’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin, 3 roj in di bin çavan de ne.   Parêzerên ku ji bo hevdîtinê çûn Miduriyeta Emniyetê ya Wanê, piştî sînordarkirina 24 saetan karibûn bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin. Şertê ku her parêzer bi kesekî re hevdîtin bike rabû.    Hat hînbûn ku piştî rêveberên Baroya Wanê bi dozgerê dozê Îsmaîl Koker re hevdîtin kirine re biryara sînordarkirinê rabûye.